Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em bi awayekî xurt li doza Filistînê xwedî derketin

Alper Şaşmaz  | 23.11.2025 - Rojanekırın : 24.11.2025
Serokomar Erdogan: Em bi awayekî xurt li doza Filistînê xwedî derketin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Johannesburgê piştî Zîrweya Pêşengên G20î di civîna çapemeniyê ya ku hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir, piştgiriya qewî ya ku Afrîkaya Başûr da doza Filistînê, pir bi qîmet e û wiha dewam kir, "Di nîjadkujiya Xezeyê ya 70 hezar Filistînî tê da hatin şehîdkirin da helwesta Afrîkaya Başûr mînak e. Di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî da di eleyhê Îsraîlê da doza nîjadkujiyê vekir û ez vê helwesta wêrekî ya Afrîkaya Başûr pîroz dikim û bi rêzdarî silav dikim."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wekî Tirkiye ew ji kesî nepelikîn û bi awayekî xurt li doza Filistînê xwedî derketin û wiha dewam kir, "Me di her platformê da bi wêrekî maf û hiqûqa mezlûmên Xezeyî parast. Bi taybetî eşkere ye ku şerê li Rojhilata Navîn û Xezeyê nîjadkujiyek e, ev eşkere li holê ye. Ne pêkan e ku em van hemû nîjadkujiyên li Xezeyê, li Filistînê bavêjin pişt guhê xwe û nebînin. Kiryarê vê nîjadkujiyê Netanyahu ye, Îsraîl e. Heta ku li gorî sînorên 1967an Dewleta Filistînê ya azad neyê avakirin û Qudsa Rojhilat nebe paytextê wê, aştiya kurewî bi rêk û pêk û tam çênabe."

Serokomar Erdogan bal kişand ser girîngiya pêşengiyê ya welatên G20î û wiha got "Ji bo me girîng e ku G20 ji bo ceribandinên heyî û pêşerojê pêşengiya civaka navneteweyî bike."

Serokomar Erdogan li ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê jî sekinî û wiha axivî, "Di rêya aştiyê da wekî Tirkiye me her cure seferberî îlan kir ku çi ji destê me were, em ê bikin, înşeallah em ê di vê mijarê da serkeftî bibin. Min bi Zelenskî ra hefta borî li Enqereyê hevdîtin kir, em ê sibê jî bi têlefonê bi birêz Putîn ra xeberdin. Xîreta me ya korîdora dexl û den ji bo vekirina rêya aştiyê bû. Di xeberdana ku em ê sibê bikin da ez ê cardin vê ji birêz Putîn rica bikim. Heke em bikaribin vê pêvajoyê bidin destpêkirin, wê pir bi xêr bibe."

Serokomar Erdogan bal kişand ser pevçûnên li Sûdanê û wiha axivî, "Li ku derê tengasî hebe, em ê li wir bin. Xwişk û birayên me yên li Sûdanê jî dixwazin ku di çareserkirina van pirsgirêkan da Tirkiye hebe. Çi li Tengavê çi li Sûdanê, li Somaliyê be, me di nava van xîretan da cih girt û ji vir şûnda jî em ê dîsa seba aştiyê bibezin her derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.