Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em ê bi awayê herî xurt hebûna daristanên xwe biparêzin"

Ekip  | 02.06.2025 - Rojanekırın : 03.06.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê bi awayê herî xurt hebûna daristanên xwe biparêzin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê bi biryardarî ji bo Welatê me yê Kesk ku em wê wekî meseleya ewlehiya neteweyî dibînin, bixebitin û bi awayê herî xurt hebûna daristanên xwe biparêzin û pêş va bixin."

Erdogan li Balafirgeha Etimesgutê beşdarî bernameya "Qehremanên Welatê Kesk li Ser Wezîfeyê ne" bû û li wir axivî.

Serokomar Erdogan daxuyand balafirên nû yên ku tevlî fîloya daristanan bûne ji bo cihên wan ên wezîfeyê wê bên şandin.

Erdogan ji kesên ku welatê kesk diparêzin û hewl didin ku hebûnên daristanan bêtir dewlemend bibin ra spasiyên xwe pêşkeş kir û wiha axivî: "Heke germahiya hewayê pir zêde be, rêjeya nemê pir kêm be û hewa jî bi ba be, daristanê bihêlin, li nêzîkî daristanê heta wisa ku li cihekî derva divê agir neyê vêxistin. Me hebûna daristanên xwe gihand 23,4 milyon hektarî. Me ji sedî 30yê rûyê erdê yê welatê xwe bi daristanan va rapêça, xemiland û dewlemend kir. Em li cihê darên ku di şewatê da zirarê dibînin heta dawiya sala din miheqeq daran datînin."

Serokomar Erdogan got di vemirandina şewatê da Tirkiye welatekî pêşvaçûyî ye û wiha axivî: "Di vemirandina şewatê ya bi bikaranîna wesayîtên bêmirov da em li Ewropayê welatê yekemîn û li cîhanê jî welatê duyemîn in. Em ê bi biryardarî ji bo Welatê me yê Kesk ku em wê wekî meseleya ewlehiya neteweyî dibînin, bixebitin û bi awayê herî xurt hebûna daristanên xwe biparêzin û pêş va bixin."

Erdogan der barê têkoşîna li dijî şewata daristanan da jî wiha got: "Di sala 2002yan da kapasîteya me ya ji hewayê ya avreşandinê 73 ton bû, îro bi 27 balafir û 105 helîkopteran va me ev derxist 438 tonî."

Serokomar Erdogan şaredariyan jî rexne kir û wiha axivî: "Tu ravekirinek tune ku mesrefên reklam, konser û şahiyan ji mesrefên cidî yên wekî erdhej, midaxaleya şewatê qat bi qat zêde bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın