Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Dixwazim xemgîniya xwe ya ji ber wefata Sirri Sureyya Onderê Cîgirserokê TBMMyê bînim ziman"

Serokomar Erdogan got ku "Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê Stenbolê û Cîgirserokê TBMMyê bînim ziman."

Ekip  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Serokomar Erdogan: "Dixwazim xemgîniya xwe ya ji ber wefata Sirri Sureyya Onderê Cîgirserokê TBMMyê bînim ziman"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê Stenbolê û Cîgirserokê TBMMyê bînim ziman."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Xelatê ya TEKNOFEST KKTCyê ya festîvala teknolojiyê ya herî mezin a Tirkiyeyê ye û li Balafirgeha Ercan ê berê hat lidarxistin û AA jî hevkarê ragihandinê ya global e da axivî.

- "Ev ax ji me ra mîrate û emanetê şehîdên me ye"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wek gelê Tirk û Tirkên Qibrîsê li van axan xwediyê malê ne û got ku "Yên ku vê nizanin bila bizanibin. Ev axên ku di her bosta wê da cenazeyê Mehmetçîk an jî Mucahîdan heye ji me ra mîrate û emanetê şehîdên me ye."

Serokomar Erdogan diyar kir ku li her derê giravê şopên wan, berhemên wan û xatireyên nayên jibîrkirin hene û axaftina xwe wiha domand:

"Em çendî sedsalan li vir bûn, 51 sal berê jî dîsa li vir bûn. TEKNOFESTa ku teknolojiyên pêşerojê beralî dike bi ciwaniya xwe va, em bi berhemên xwe yên ku li çar aliyê Qibrîsa Bakur bilind dibin va, bi projeyên xwe yên stratejîk va çendî sedsalan dê li vir bin. Ez îro dîsa îlan dikim ku em ê van axên warê şehîdan heke hewce bike bi berdêla mirinê biparêzin û mihafaza bikin."

Serokomar Erdogan got ku "Normal e ku kesên ku taşeroniya kesên ku tehamûla wan ji hebêna Tirkên Qibrîsa ra tune, dikin ji TEKNOFESTê aciz bibin. Xweziya tîpên marjînal ên ku bangewaziya boykotkirina TEKNOFESTê didan wekî li welatê me hemd ji Xwedê ra li vir jî di dilê wan da ma."

Serokomar Erdogan bal kişand ku li dinyayê di teknolojiya SÎHAyê da di nav 3 welatên ewil ên herî pêşketî da cî digirin û got ku "Em ê ji niha pê va jî dê bi heman cehd, hemna kelecanê xebatên xwe bidomînin."

- Ji bo Sirri Sureyya Onderê Cîgirserokê TBMMyê peyama sersaxiyê

İstanbul milletvekili ve TBMM Başkanvekili Sayın Sırrı Süreyya Önder'in vefatından duyduğum üzüntüyü burada ifade etmek istiyorum" diyen Erdoğan, şunları kaydetti:

Serokomar Erdogan got ku "Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê Stenbolê û Cîgirserokê TBMMyê bînim ziman" û axaftina xwe wiha domand:

"Melûm e ku me Birêz onder û Birêz Buldanê meha borî li Kuliyeya xwe ezimandibê û der barê peywendiyên didanin da hevdîtineke baş kiribû. Xwedê rehma xwe lê bile, serê malbata wî ya dilsoj, hezkiriyên wî û camîeya DEM Partiyê sax be. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bigihêjin menzîla Tirkiyeya Bêteror a ku Onderê gorbehişt jî di demên dawîn da ji bo wê gelekî ked da. Rebbê min bila yar û alîkarê me hemûyan be."

Serokomar Erdogan her wiha got ku "STK divê bizanin ka STKyî çawa tê kirin. Heke tu li Qibrîsa Bakur hewl bidî ku bi sergirtina keçên me ra mijûl bibî li qisûrê nenêre lê dê me pêşberî xwe bibînî."

Serokomarê KKTCyê Ersîn Tatar jî got ku "Hemû saziyên ku bûn wesîleya serkeftina salên dawîn ên di pîşesaziya parastina neteweyî ya Komara Tirkiyeyê serbilindiya hemû alema Trkan e."

- Serokomar Erdogan: "Komelgeha Komarê ya KKTCyê nîşaneya hebûna îradeya dewletekê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Komelgeha Serokomariyê ya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur (KKTC) da got, "Ev der di heman demê da nîşaneya hebûna îradeya dewletekê ye ku li dijî neheqî û bêhiqûqiyê derdikeve."

Ji aliyeki din, Serokomar Erdogan beşdarî Merasima Vekirinê ya Komelgeha Serokomariyê û Parlementoya Komarê ya KKTCê bû û di bernameyê da axivî.

Serokomar Erdogan ji bo komelgeha navborî wiha got, "Em îro mohreke din li vê axê dixin. Em berhemeke din a bêhempa ji gelê Tirk yên li Qibrisê ra dibexşînin. Ev der di heman demê da nîşaneya hebûna îradeya dewletekê ye ku li dijî neheqî û bêhiqûqiyê derdikeve."

Erdogan bang li gelê KKTCyê kir û got, "Ez dixwazim hûn bizanin, her wekî duhê îro jî û sibê jî her çi dema ku pêwistiya we çêbû, ew ê Tirkiye tim û daîm li ba we be. Yên ku dixwazin biratiya me têk bidin, navbera me xira bikin, yên hewl didin ji dêvla aşitî û aramiyê dixwazin tovên nefretê li vê axê biçînin ewê sernekevin."

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha pê da çû, "Ji hêzdarkirina têkiliyan ya bi cîhana Tirkî ra heta rakirina îzolasyona ser gelê Tirk yê li Qibrisê, em ê bi awayekî xurt piştevaniya xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.