Polîtîka

Serokomar Erdogan digel Şansolyeyê Almanyayê Merz bi telefonê axivî

Kaan Bozdoğan  | 20.06.2025 - Rojanekırın : 21.06.2025
Serokomar Erdogan digel Şansolyeyê Almanyayê Merz bi telefonê axivî

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Pêvajoya pevçûnê ya ku bi êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê dest pê kir, tehdîda li dijî ewlekariya herêmê derxist asta herî jorîn."

Li gorî parvekirina Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ya li ser hesabê medyaya civakî Serokomar Erdogan û Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz bi telefonê axivîn.

Di peywendiya telefonê da gotûbêj li ser pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da, têkiliyên dualî û mijarên herêmî hat kirin.

Serokomar Erdogan di peywendiyê da anî ziman ku pêvajoya pevçûnê ya ku bi êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê dest pê kir, tehdîda li dijî ewlekariya herêmê derxist asta herî jorîn û destnîşan kir ku ewê êrîşên Îsraîlê zirarê bidin herêmê û bibin sedema îhtimala koça ber bi Ewropayê û jiberhatina nukleerê.

Serokomar Erdogan anî ziman ku Tirkiye ji bo dawîlêanîna pevçûnê û dabînkirina aramiyê hewl dide û ewê ev hewl bidomin jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.