Serokomar Erdogan: Di siyasetê da xeyd nabe

TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê hevdîtina ku bi Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî ra kir da got, "Di siyasetê da xeyd nabe."
Erdogan piştî Komcivîna Meclisê ya partiya xwe pirsên mensûbên çapemeniyê bersivandin.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kiribû ku biryareke rast e ku bi Serokomarê Misrê Sîsî ra hevdîtin hat kirin, heta meriv dikare li Sûriyeyê bi Beşşar Esed ra jî hevdîtinê bike. Ev gotina Bahçelî ji Erdogan hat pirsîn û Erdogan wiha got, "Dibe, di siyasetê da xeyd nabe. Di dawiya dawîn da ku şert û merc li hev werin gav tê avêtin."
Serokomar Erdogan li ser pirsa ku bi Serokomarê Misrê Sîsî ra cara duyemîn hevdîtin wê were kirin yan na, wiha bersivand, "Meriv dikare dîrokê bide?".
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.