Serokomar Erdogan, "Dema rêxistina terorê dest bi cîbicîkirina biryara çekdanînê kir, ewê pêvajo xurttir bibe"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Dema rêxistina terorê dest bi cîbicîkirina biryara çekdanînê kir, ewê pêvajo xurttir bibe."
Serokomar Erdogan piştî serdana xwe ya di vegera welêt da di nava balafirê da bersiv da pirsên rojnamevanan.
Serokomar Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û got, "Dema rêxistina terorê dest bi cîbicîkirina biryara çekdanînê kir, ewê pêvajo xurttir bibe. Dema çek, xwîn û rondik bi temamî ji rojeva gelê me derketin, wê deriyekî nû li pêşiya me vebe. Saziyên me yên peywendîdar hemî gavan bi baldarî dişopînin. Em nikarin pêvajoyê ji halê wê ra berdin, em rê nadin provokasyonan."
- "Agirbesta di navbera Îran Îsraîlê da derî ji bo Xezeyê jî vedike"
Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa Xeta Xezeyê û got, "Em di wê fikrê da ne ku agirbesta ku di navbera Îran û Îsraîlê da hat kirin, derî ji bo Xezeyê jî vedike. Hemasê niyeta xwe ya pak gelek caran nîşan da. Ji ber ku Îsraîl agirbestan binpê dike, li herêmê agirbesta mayinde pêk nehat. Ji bo vê carê jî heman tişt rû nede, em dixebitin."
Erdogan anî ziman ku mijara F-35an ji bo Tirkiyeyê ne tenê mijareke teknolojiya eskerî ye, di heman demê da mijareke hevbeşiya bihêz e di platformên navneteweyî yên weke NATOyê da û wiha pê da çû:
"Ez bawer im, Cenabê Trump ewê ji bo peymana di navbera me da, pabend bimîne. Ewê radestkirina F-35an ji bo Tirkiyeyê di serdema wî da peyderpey çêbibe."
- Korîdora Zengezorê
Serokomar Erdogan behsa giringiya Korîdora Zengezorê kir û got, "Korîdora Zengezorê ne tenê ji bo Azerbeycanê ewê ji bo herêmê tev da derfetên nû pêşkêş bike. Em vê xetê weke parçeyek ji şoreşa jeoekonomîk dibînin. Bi çêbûna lihevkirin û aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da, emê bibin şahid ku êdî wê pencereyên derfetê yên nû û dîrokî li dû hevdu vebin. Tirkiye bi Azerbeycan û Rûsyayê ra di nav têkiliyên dîplomatîk û stratejîk ên kûr da ye. Em girjiyê ji nêz va dişopînin û banga îtidalê dikin. Hêviya me ya mezin ew e ku bûyerên nerênî yên di navbera Rûsya û Azerbeycanê da, nebin sedema zirareke ku çêkirina wê mimkun nebe. Her çiqas Ermenistan di destpêkê da li dijî Korîdora Zengezorê derdiket jî, êdî ji bo beşdariya entegrasyona aboriyê, bi helwesteke nermtir tev digere."
Erdogan behsa xaza siruştî ji bo Sûriyeyê jî kir û got, "Di dema dîdarê da Îlham Eliyevê birayê me got, di warê xaza siruştî da ji bo Sûriyeyê da, ez dikarim hemî cure alîkariyê bidim."
Serokomar Erdogan li ser Sûriyeyê wiha jî got, "Em dikarin li bakurê Sûriyeyê, modelên weke herêmên aboriya azad, baregehên lojistîk, bazarên sînorî, têxin rewacê. Me tekezî li xetên xwe yên sor kir. Em planeke ku rêxistinên terorê û paşkoyên wê rewa nîşan bide, qebûl nakin."
- Şewatên Daristanan
Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ser şewatên daristanan û got, "Derfetên dewleta me ji bo vemirandina van şewatan hatine seferberkirin. Ji sedî 90ê van şewatan, di 24 saetên pêşîn da hatin vemirandin. Di têkoşana dijî şewatê da, di herêma me da em xwediyê fîloya herî baş a asîmanî û bejayî ne."
- "Siyaseta CHPyê êdî bê bersiv e"
Di bersiva pirsa rojnamevanekî ku pirsî, "Partiya Gel a Komarî ev 100 roj e, bang li welatiyan dike ku derkevin kolanan, 'ji bo Ekrem Îmamoglu azadiyê' dixwazin. Tînin ziman ku hilbijartina pêşwext dixwazin. Gelo hûnê di vê mijarê da çi bêjin?" Serokomar Erdogan got, "Siyaseta CHPyê êdî bê bersiv e. Bi xirabnîşandana saziyên me yên darazê hewl didin, sûcên xwe binixumînin, bi çalakiyên kolanan dixwazin xwe pak nîşan bidin. Ewna herhal hinekî xwe di nava sendromên xewnan da dibînin. Tiştekî wisa behsa mijarê nîne ku CHP bibe partiya yekemîn. Ew çiqas ankêtan çêdikin, em jî çêdikin. Li Tirkiyeyê partiya sereke AK Partî ye. AK Partî bi Îtifaqa Cumhur ra, bi gavên jixwe bawer va dimeşe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.