Serokomar Erdogan dê sibê biçe Macaristanê
Erdogan li Macaristanê dê beşdarî Zîrweya Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk bibe

Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Zîrweya Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) dê sibê biçe Budapeşteya paytextê Macaristanê.
Altun di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku di çarçoveya Zîrweya Budapeşteyê da xebatên xurtkirinê yên binesaziya sazûmanî ya Teşkîlata Dewletên Tirk dê werin rojevê û bên nirxandin.
Altun wiha got:
"Di zîrweyê da Danezana Budapeşteyê jî di nav da pejirandina belge û biryarên cuda tê pêşbînîkirin. Tê plankirin ku di çarçoveya zîrweyê da Serokomarê me beşdariya Civîna Konseya Serokên Dewletên TDTyê bike û digel serokên dewlet û hikûmetên beşdar hevdîtinên rûbirû pêk bîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.