Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Biryara naskirina Filistînê wê pêkanîna çareseriyê ya du dewletî bileztir bike"

Ekip  | 21.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Serokomar Erdogan: "Biryara naskirina Filistînê wê pêkanîna çareseriyê ya du dewletî bileztir bike"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tişta ku Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji yên din cudatir dike ev e ku gelek welat wê dewleta Filistînê nas bikin. Em hêvî dikin ku biryara naskirina Filistînê pêkanîna çareseriyê ya du dewletî bileztir bike."

Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe çû Amerîkayê, beriya ziyareta xwe li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist û axivî.

Erdogan anî ziman ku îsal wê ji 140î zêdetir serokên dewlet û hikûmetan beşdarî Lijneya Giştî ya NYê bibin.

Serokomar Erdogan behsa girîngiya Neteweyên Yekbûyî û naskirina Filistînê kir û wiha got: "Tişta ku Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji yên din cudatir dike ev e ku gelek welat wê dewleta Filistînê nas bikin. Em hêvî dikin ku biryara naskirina Filistînê pêkanîna çareseriyê ya du dewletî bileztir bike."

Erdogan got Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara jî wê beşdarî Lijneya Giştî ya NYê bibe û wiha axivî: "Em ê bi wesîleya Lijneya Giştî ya NYyê li Amerîkayê li Mala Tirkan bên bal hev. Em ê Sûriyeyê bi tenê nehêlin û ji bo ku Sûriye her roj xurttir bibe em ê derfetan bikar bînin."

Serokomar Erdogan der barê daxuyaniyên Serokê Gişyî yê CHPê Ozgur Ozel da jî wiha axivî: "Heke danûstandineke me û Birêz (Donald) Trump hebe, hewce nake ku em bi kurê wî ra bikin, em ê bi Trump bixwe ra bikin. Kerr nabihîzin lê ji ber xwe tiştan dibêjin, ev zilam jî her tim ji ber xwe tiştan dibêje."

- Serokomar Erdogan ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya NYê bibe, çû Amerîkayê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, bi balafira "TRK"yê va çû New Yorka bajarê Amerîkayê.

Serokomar Erdogan beriya ku biçe Amerîkayê, li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamgeran bersivandin.

Erdogan piştî civînê çû New Yorkê. Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz û Waliyê Stenbolê Davut Gul, Erdogan bi rê kir.

Bi Serokomar Erdogan ra jina wî Emîne Erdogan, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Polîtîkaya Dereke û Ewlehiyê yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Serokê Konseya Rîspiyan a Teşkîlata Dewletên Tirk Bînalî Yildirim jî çûn Amerîkayê.

- Xala sereke ya axaftina Erdogan wê Xeze be

Lijneya Giştî ya NYê her sal pêşengên dinyayê li New Yorka bajarê Amerîkayê dicivîne û tê payîn ku Serokomar Erdogan di 23yê Îlonê da li lijneya giştî xîtabî beşdaran bike.

Cara 15emîn e ku Erdogan wê xîtabî Lijneya Giştî ya 80yemîn a NYê bike û di axaftina Erdogan da tê payîn ku xala sereke wê nîjadkujiya ku Îsraîl li Xezeyê dike, wekî dewlet naskirina Filistînê û li qada navnetweyî avêtina gavên dijî Îsralê be.

Erdogan wê di çarçoveya civînê da bi serokên dewlet û hikûmetan ra jî hevdîtinan bike, tê payîn ku di 22yê Îlonê da li Konferansa Filistînê, di 24ê Îlonê da jî di Civîna Îqlimê ya NYê da biaxive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.