Serokomar Erdogan: "Biryara dawîn a Komîsyonê em wekî biryareke ku pêşî li pêvajoyê vekir dinirxînin"
- "(Tirkiyeya Bêteror) Biryara dawîn a Komîsyonê em wekî biryareke ku pêşî li pêvajoyê vekir, dê sûdê bide pêvajoyê û dê tesfiyekirina terorê bilez bike, dinirxînin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê biryara çûyîna Îmraliyê da ya ku di Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî da bi pirdengî hat wergirtin wiha got, "Biryara dawîn a Komîsyonê em wekî biryareke ku pêşî li pêvajoyê vekir, dê sûdê bide pêvajoyê û dê tesfiyekirina terorê bilez bike, dinirxînin."
Serokmar Erdogan di vegera Zîrweya Lîderên G20an da ku li bajarê Johannesburgê yê Komara Afrîkaya Başûr hat lidarxistin, di balafirê da daxuyanî dan rojnamegeran û pirsên wan bersivandin.
Li ser pirsa biwarê biryara Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya çûyîna Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê û biryara CHPyê ya beşdarnebûna di heyetê da, Serokomar Erdogan diyar kir ku wekî Îtifaqa Cumhurê ew xebatên xwe yên "Tirkiyeya Bêteror" bi hemahengî dimeşînin û wiha dewam kir:
"Hem bi Birêz Bahçelî ra diyaloga me û hem jî diyaloga hevalên me ya bi mixatabên wan ên MHPyê ra heye. Ji xeynî vê em heyeta DEM Partiyê jî bi periyodên diyar qebûl dikin. Bi vê modela xebatê va me pêvajo bêyî qeza û bela anî heta vir. Komîsyona li Meclisê ava bû, ji hêla daxilbûna di pêvajoyê da ya partiyên siyasî yên cuda û tevkariya wan va pir giring bû.
Komîsyonê bi serokatiya Birêz Serokê Meclisa me karên giring kirin. Me jî her cure piştgirî da Komîsyonê. Me hewl da em pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' ji nîqaşên neyînî yên siyaseta rojane dûr bigirin. Biryara dawîn a Komîsyonê em wekî biryareke ku pêşî li pêvajoyê vekir, dê sûdê bide pêvajoyê û dê tesfiyekirina terorê bilez bike, dinirxînin. Li ser navê partiya me Parlamenterê me yê Hatayê Huseyîn Yayman dê beşdar be, me ew peywirdar kir. Huseyîn Beg bi salan li ser vê mijarê xebitiye, pêşdatir di nav Heyeta Însanên Hişmend da cih girtiye. Heya em bigihîjin menzila 'Tirkiyeya Bêteror' em ê liv û tevgera xwe ya bi awayekî ji dil, bi sebr, bi curet û bi biryar bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
