Serokomar Erdogan: "Biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê ne meşrû ye û pêkan nîne bê qebûlkirin"
Serokomar Erdogan got ku "Biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê ne meşrû ye û pêkan nîne ku bê qebûlkirin."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê ne meşrû ye û pêkan nîne ku bê qebûlkirin."
Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd ra ya li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.
Serokomar Erdogan got ku "Digel sabotajên cihê yên kesên naxwazin ku Somalî ji nû va rabe ser piyan li Somaliyê ji hêla ewlehiyê va başbûneke cidî hat pêkanîn."
Serokomar Erdogan destnîşan kir plan dikin ku di sala 2026an da dest bi fealiyetên xwe yên sondajê bikin û got: "Ev fealiyetên me dê piştgiriyên girîng bidin refaha gelê Somaliyê."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wek Tirkiye du keştiyên sondaja behra kûr yên nû li ser fîloya xwe zêde kirin û got ku "Di çarçoveya peymanên ku me îmze kirin da em pêş dibînin ku li Somaliyê bendergeheke fezayê ava bikin."
Serokomar Erdogan got ku "Biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê ne meşrû ye û pêkan nîne ku bê qebûlkirin."
- "Di vê heyama ku Somalî bi tehdîdan ra rû bi rû ye me piştgiriya Tirkiyeyê hîs kir"
Serokomarê Somaliyê Mehmûd jî ji ber ku di demên dijwar ên somaliyê da li ba wan bû û ji bo serokatiya wî spasiya Serokomar Erdogan kir û got ku "Di vê heyamê da ku Somalî bi tehdîdên der barê yekîtiya axa xwe û desthilatdariyê da rû bi rê maye me piştgiriya Tirkiyeyê û gelê Tirk hîs kir. Em jî wek Somalî ji bo ku hikûmeta xwe ya hêzdar ava bikin, yekîtiya axa xwe,desthilatdariyê pêk bînin dixebitin."
Serokomarê Somaliyê Mehmûd got ku "Pêkan nîne ku helwesta êrîşkar a Netanyahu (ya dijî yekîtiya axa Somaliyê) bê qebûlkirin. Ya rast ev helwesta êrîşkar îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye jî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
