Serokomar Erdogan: "Biqasî aliyên pevçûnan hemû mirovahî fatureya vê şerê bêmene û bêhiqûq dide"
Serokomar Erdogan got ku "Biqasî aliyên pevçûnan hemû mirovahî fatureya vê şerê bêmene, bêhiqûq û nehewce ya ku ev mehek e bandoreke nebaş li herêma me dike, dide"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Biqasî aliyên pevçûnan hemû mirovahî fatureya vê şerê bêmene, bêhiqûq û nehewce ya ku ev mehek e bandoreke nebaş li herêma me dike, dide."
Serokomar Erdogan beşdarî li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê beşdarî Civîna Stratejiya Welêt a Tirkiyeyê ya Foruma Aborî ya Dinyayê (WEF) bû û axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku "Biqasî aliyên pevçûnan hemû mirovahî fatureya vê şerê bêmene, bêhiqûq û nehewce ya ku ev mehek e bandoreke nebaş li herêma me dike, dide." û axaftina xwe wiha domand:
"Ji piyaseyên vejenê heta şixulîna torên agahzanî, gihandin û torên bazirganiyê di qadeke berfireh da hemû dinya bandorên neyinî yên şer hîs dike. Şûna ku bi rêya dîplomasî û diyalogê li ser xaleke hevpar bigihêjin hev em wek malbata mirovehiyê hemû bi hev ra barê sabotekirina van rêyan dikşînin. Ev rastiyek e heke dawî li pevçûnan neyê berdêla dê bê dayîn dê zêde bibe. Di vê pêvajoyê da dê tu meneya mesafeya coxrafî nemîne."

