Serokomar Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Qazaxistanê Tokayev axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Tokayev axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ya li ser hesabê medyaya civakî, Serokomar Erdogan peywedniyeke telefonê digel Serokomarê Qazaxistanê Tokayev encam da.
Hat destnîşankirin ku di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Qazaxistanê, mijarên herêmî û kurewî hatine gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan di peywendiyê da anî ziman ku ewê hevkariya Tirkiye û Qazaxistanê him di warê dualî da û him jî li ser asta Teşkîlata Dewletên Tirk, di gelek platforman da wê bê pêşxistin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da rojbûna Serokomarê Qazaxistanê Tokayev j^İ pîroz kir.