Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî ra axivî
Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî ra axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Erebistana Siûdî û her wiha mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan bal kişand, hedefa wan ew e ku bi gavên dê di serdema pêş da bên avêtin va hevkariya Tirkiye û Erebistana Siûdî kûrtir bikin.
Serokomar Erdogan got ku Tirkiye geşedanên li Somalî û Yêmenê dişopîne û her wiha parastina yekperçetiya xaka herdu welatan ji bo îstiqrara herêmî giring e.
Her wisa Erdogan diyar kir ku Tirkiye amade ye ku piştgiriyê bide wan hewlan ku li Yêmenê layen bên cem hev.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da bal kişand ku li Xezeyê rewşa mirovî bi demsala zivistanê ra girantir bûye û Tirkiye ji bo pêkanîna agirbesta mayînde û jinûva avedaniya Xezeyê, xebatên xwe didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
