Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan ra bi telefonê axivî

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser daxwaza Ermenistanê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ra bi telefonê axivî,
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat belavkirin, di axaftinê da hevdîtinên aştiyê yên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan ji ber lihevkirina bi Azerbeycanê ra Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan pîroz kir.
Erdogan diyar kir ku îradeya aştiyê ya ku hatiye nîşandan ji bo aramiya herêmê bi qîmet e û ev gava ku niha hatiye avêtin divê bibe gavên berbiçav.
Serokomar Erdogan got ji bo ku pêvajoya normalbûnê ya di navbera Tirkiye û Ermenistanê da pêşva here hevdîtin di asta teknîkî da wê dewam bikin û di vê mijarê da hewldan wê bidomin.