Serokomar Erdogan bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra civiya
- Serokomar Edogan di hevdîtinê da diyar kir pêkan nîne ku dagirî û êrîşkariya Îsraîlê ya li axa Sûriyeyê bê qebûlkirin, Tirkiye dê ji niha pê va jî di her platformê da dijî vê derkeve

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra civiya.
Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê bi merasima fermî pêşwaziya Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara kir.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê Haluk Gorgun, Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî û hin rayedar amade bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Sûriyeyê Şara da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir pêkan nîne ku dagirî û êrîşkariya Îsraîlê ya li axa Sûriyeyê bê qebûlkirin, Tirkiye dê ji niha pê va jî di her platformê da dijî vê derkeve.
Li gor parvekirina Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî Serokomar Erdogan bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra li ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê hat bal hev.
Di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir wisa bawer dike ku rojên gelekî ronîtir û aram li pêşiya Sûriyeyê ne û Tirkiye wekî heta niha dê ji niha pê va jî li ba Sûriyeyê be.
Erdogan ji Şarayê ku piştî ji hêla Amerîka û YEyê va mueyide hatin rakirin ziyareta xwe ya ewil bo Tirkiyeyê kir ra got ku Tirkiye gelekî kêfxweş e ku mueyide tên rakirin û da zanîn girîng e ku yekîtiya axa Sûriyeyê bê parastin û artêş ji yek navendê bê îdarekirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da iyar kir pêkan nîne ku dagirî û êrîşkariya Îsraîlê ya li axa Sûriyeyê bê qebûlkirin, Tirkiye dê ji niha pê va jî di her platformê da dijî vê derkeve.
Serokomar Erdogan diyar kir ku pêşketîna têkilîyên Tirkiye û Sûriyeyê û hevkariya di serî da vejen, parastin, gihandin ya di her qadê da dê berdewam bike û got ku Tirkiye wekî heta îro dê ji niha pê va jî hiqûqa cîrantî û biratiyê çi hewce dike dê bi cî bîne.
Serokomarê Sûriyeyê Şara ji ber ked û piştgiriya wî ya krîtîk a ji bo rakirina mueyideyan spasiya Serokomar Erdogan kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokomar Sefer Turan jî di hevdîtinê da cî girtin.