Serokomar Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev û Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm ra bi têlefonê axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Mîrziyoyev di axaftinê da li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Ozbekistanê, mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Erdogan di axaftinê da ji Mîrziyoyev ra got ku ew ê seba xurtkirina têkiliyên asta Tevkariya Stratejîk a Payebilind a navbera her du welatan avêtina gavan bidomînin.
Serokomar Erdogan rojbûna Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev jî pîroz kir.
- Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Malezyayê Îbrahîm ra bi telefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm ra bi telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, di axaftina da têkiliyên di navbera Tirkiye û Malezyayê da, geşedanên herêmî û cîhanî hatin axaftin.
Erdogan got Hevkariya Stratejîk a Berfireh a di navbera Tirkiye û Malezyayê da di her warî da pêşva diçe û bi taybetî pîşesaziya parastinê, ew ji bo pêşxistina hevkariyê ya di gelek waran da dixebitin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Serokatiya Malezyayê ya ASEANê bi serkeftî dewam dike û tê payîn ku di Civîna ASEANê ya 47emîn a ku wê di meha cotmehê çêbibe da Tirkiye wekî Hevkarê Diyalogê bê eşkerekirin.
Her du serokan bal kişandin ser rewşa mirovî ya xirab a li Xezeyê û anîn ziman ku zexta navneteweyî ya li ser hikûmeta Îsraîlê divê bê zêdekirin.