Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra bi têlefonê axivî

Özcan Yıldırım  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra bi têlefonê axivî

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra li ser daxwaza hember bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, her du pêşeng di axaftinê da li ser têkiliyên Tirkiye û Fransayê, şerê Ukrayna-Rûsyayê, mijarên herêmî û kurewî sekinîn.

Di axaftinê da Erdogan diyar kir ku pêşxistina tevkariya Tirkiye û Fransayê girîng e, di çarçoveya vê armancê da ew ê avêtina gavan bidomînin. Her wiha Erdogan diyar kir, ji bo ku şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê bi aştiyeke adil û mayînde kuta bibe, Tirkiye xîreteke mezin dike.

Serokomar Erdogan daxuyand, ji bo ku xurtkirina pêvajoya Stenbolê bi aliyan ra danîna têkilê dewam dike, ji bo ku deriyekî xêrê yê aştiyê vebe, Tirkiye çi ji dêst tê, amade ye ku bike.

Erdogan destnîşan kir, ji bo aştiya mayînde divê rêyên dîplomatîk bi awayê herî xurt werin bikaranîn, ji bo pêkanîna agirbestê û xebatên piştî pêkhatina agirbestê piştgiriya Tirkiyeyê wê zêdetir bibe û bidome, dûrketina ji gavên ku wê aştiya kurewî têxin talûkeyê, di heman demê da wê piştgiriyê bide hewildanên aştiyê jî.

Di axaftinê da rewşa dawîn a Kafkas, Xeze û Sûriyeyê jî hat rojevê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.