Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fînlandiyayê Stubb ra bi telefonê axivî
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb ra bi telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da digel têkiliyên dualî mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Erdogan got ku ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Fînlandiyayê da hewl didin, armanc dikin ku bi pêngavên dê bên avêtin va têkiliyan bêtir pêş bixin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo ku pêvajoya aştiyê ya di navbera Ukrayna-Rusyayê da bi serkeftî temam bibe hewl dide, mizakereyên Stenbolê bingeheke dîplomatîk e ku fonksiyona wê hatiye îsbatkirin û da zanîn ku Tirkiye bicîanîna agirbesta li Xezeyê ji nêz va dişopîne, li herêmê aşyiya mayînde bi vîzyona çareseriya dudewletî mimkûn e, kêfxweşiyp dide ku Fînlandiyayê dewleta Filistînê nas kir.
Serokomar Erdogan di axaftinê da 6ê Kanûnê Roja Serxwebûna Fînlandiyayê jî pîroz kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
