Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi têlefonê axivî
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku ziyareta wî ya Washîngtonê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê hê xurttir kirin, di navbera herdu welatan da di serî da pîşesaziya parastinê pêngavên hevkariya di her qadê da xurt dikin girîng in

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê NSosyalê Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump li ser daxwaza aliyên din bi têlefonê axivîn û di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û rewşa li Xezeyê hat guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku ziyareta wî ya Washîngtonê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê hê xurttir kirin, di navbera herdu welatan da di serî da pîşesaziya parastinê pêngavên hevkariya di her qadê da xurt dikin girîng in.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye di serî da Xeze ji bo ku li herêmê aştî çêbe gelekî hewl dide, ji ber teşebûsên ji bo vê armancê kêfxweş e.
Serokomar Erdogan da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo aştiyê lez daye peywendiyên xwe yên dîplomatîk, dê ji niha pê va jî piştgiriyê bidin vîzyona aştiya kurewî û destnîşan kir ku dawîlêanîna êrîşên Îsraîlê ji bo serkeftina teşebûsên ji bo li herêmê tesîskirina aştiyê girîng e.