Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Bi birêz Trump ra me di atmosfereke baş û xweş da hevdîtinên xwe kirin"

Zafer Fatih Beyaz  | 26.09.2025 - Rojanekırın : 26.09.2025
Serokomar Erdogan: "Bi birêz Trump ra me di atmosfereke baş û xweş da hevdîtinên xwe kirin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha got, "Bi birêz serok ra me di atmosfereke baş û xweş da hevdîtinên xwe kirin. Jixwe bi birêz Trump ra hûn dizanin têkiliyên me ji berê da xweş in."

Erdogan piştî civîna Lijneya Giştî ya 80an ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorka bajarê Amerîkayê hat lidarxistin û hevdîtina li bajarê Washîngtonê ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra civiya, gava dadigeriya welêt, di balafirê da ji rojnamevanan ra axivî û pirsên wan bersivand.

Serokomar Erdogan li ser hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha got, "Li Qesra Sipî birêz Trump û heyeta wî em pir xweş ezimandin. Em kêfxweş dadigerin. Serdaneke xweş bû û bi çemûrên ku tên avêtin jî nayê qirêjkirin. Bi birêz serok ra me di atmosfereke baş û xweş da hevdîtinên xwe kirin. Jixwe bi birêz Trump ra hûn dizanin têkiliyên me ji berê da xweş in."

Erdogan der heqê naveroka hevdîtinê da wiha peyivî, "Me behsa Sûriyeyê û karesata mirovî ya li Xezeyê kir. Ez piştevaniya vîzyona aştiya kûrewî ya Trump dikim. Di warê rawestana xwînê da li hevkirinek lazim e. Me (ji Trump ra) got, li Xezeyê û li hemû Filistînê pêşiyê çawa agirbest çêbe û paşê jî çawa aştiyeke mayînde bê pêkanîn. Di vî warî da hişmendiyeke hevpar heye. Hevdîtin di warê danîna îradeyê ji bo dawîlêanîna tevkuştinên li Xezeyê gelekî giring bû. Cenabê Trump anî ziman ku divê li Xezeyê aştiya mayinde çêbibe. Me anî ziman ku çareseriya dudewletî formula aştiya mayinde ye û ewê rewşa heyî neyê domandin. Cenabê Trump jî dizane ku nabe wisa bidome."

Serokomar Erdogan ji bo pirsa li ser axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya 80an ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da wiha axivî, "Me di Lijneya Giştî da careke din dît ku Îsraîl bi zilma xwe û bi sûcên xwe yên dijî mirovahiyê êdî tenê dimîne. Doza Filistînê îro ji berê pirtir tê zanîn. Hemû hewara însanên xwedî wijdan îro Îsraîlê ji berê hê zêdetir aciz dike. Çavên bêçare yên ku di nava kavilan da bi qoşxaneyên di dest da li me dinihêrîn behsa Xezeyê kirin. Van dîmenan ji me ra got hûn nikarin bisekinin û bibetilin."

Erdogan diyar kir jimara dewletên ku Filistînê nas dikin, derketiye ser 150 û wiha got, "Ji bo nîşandana vê piştgiriyê li saheyê, divê civaka navneteweyî bi biryardarî tevbigere û tedbîran bigire."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê rewşa li Sûriyeyê da destnîşan kir di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê rêxistinên terorê tuneye û got ku divê civaka navneteweyî jî ji bo aştî û îstiqrara Sûriyeyê gavê biavêje.

Erdogan ji bo pirsa der barê rewşa Deryaya Spî da diyar kir di mijara çavkaniyên li Deryaya Spî da helwesta wan diyar e û wiha peyivî,"Emê para xwe ya ji vê çavkaniyê bistînin û digel cîranên xwe li ser binemaya qezencê bixebitin."

Serokomar Erdogan der barê meseleya Qibrîsê da got ku "Deftera federasyonê êdî ji bo me hatiye girtin. Bila tu kes bi lîstika peyvan dîsa me nekişîne nava nîqaşên li ser federasyonê."

Erdogan diyar kir ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da qebareya bazirganiyê, potansiyela wê li holê ye û wiha got, "Armanca me bazirganiya bi qebareya 100 milyar dolar e. Em weke serokan xwedî îrade ne ku vê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.