Serokomar Erdogan bertek nîşanî gotinên Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu da

Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê îdiayên Parlamenterê CHPyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu yên dijî Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) da got, "Qaşo parlamenter derketiye û çi dike? Êrîşî eskerê min dike. Ew esker ku li hemberî terorîstan canê xwe feda dikin. Lêbelê partiya mixalefeta sereke ya ku mensûbê wê ye, ranabe û ji vî parlamenterê muswede ra tiştekî nabêje û mueyîdeyekê nasepîne."
Serokomar Erdogan li Navenda Çandê ya Ataturk di Merasima Vekirina Sala Perwerdeyê ya Heyama 2023-2024an da axivî.
Erdogan bertek nîşanî îdiayên Parlamenterê CHPyê yê Diyarbekirê Tanrikulu yên dijî Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) û wiha axivî:
"Mayîndebûna dewleta me, yekîtiya miletê me, yekîtiya welatê me, serxwebûna me ji bo xeta sor e. Ha ji we ra qaşo parlamenter derketiye û çi dike? Êrîşî eskerê min dike. Ew esker ku li hemberî terorîstan canê xwe feda dikin. Lêbelê partiya mixalefeta sereke ya ku mensûbê wê ye, ranabe û ji vî parlamenterê muswede ra tiştekî nabêje û mueyîdeyekê nasepîne. Aniha ev civak xwedî wê qalîteyê ye ku bi îzna Xwedê roja wê hat, dê dersa pêwîst bide vî qaşo parlamenterî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.