Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Amanca me ew e ku em qebareya bazirganiya xwe ya digel Misrê bigihînin 15 milyar dolarî"

Ekip  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 05.02.2026
Serokomar Erdogan: "Amanca me ew e ku em qebareya bazirganiya xwe ya digel Misrê bigihînin 15 milyar dolarî"

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Misir li Afrîkayê şirîkê bazirganî yê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Amanca me ew e ku em qebareya bazirganiya xwe ya ev 3 sal e di navbera 8-9 milyar dolarî da ye, bigihînin 15 milyar dolarî."

Serokomar Erdogan li Qahîreyê bi Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî ra civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan anî ziman ku Misir li Afrîkayê şirîkê bazirganî yê herî mezin ê Tirkiyeyê ye û got, "Amanca me ew e ku em qebareya bazirganiya xwe ya ev 3 sal e di navbera 8-9 milyar dolarî da ye, bigihînin 15 milyar dolarî."

Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliyê di navbera Tirkiye û Misrê da û got, "Em dixwazin hevkariya xwe di warê bazirganî û veguhastinê dualî ya deryayî da, serbestî û ewlehiya deryayî da zêde bikin"

Erdogan herwiha got, "Em bi Misrê ra li ser înîsiyatîfên ku dê li Xezeyê aştiyê pêk bînin dixebitin û bi îzna Xwedê emê vê yekê bidomînin. Rastiyek e ku her çend agirbest hatibe danîn jî, trajediya mirovî ya li Xezeyê berdewam e."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Libyayê û got, "Avakirina îstîqrara mayînde li Libyayê bi parastina yekîtî û yekparçeyiya welêt, bi Misrê ra armanceke me ya hevpar e. Em li ser piştgirîkirina pêvajoyên ku dê ji hêla Libyayîyan va bên rêvebirin li hev dikin. Em hêvî dikin ku piştî agirbestê li Sûdanê aştiyek mayînde çêbibe"

Erdogan li ser biryara naskirina Somalîlandê ji aliyê Îsraîlê va got, "Em biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê ku serwerî û yekparçeyiya axa Somaliyê hedef digire, qebûl nakin."

Serokomar Erdogan ji bo Sûriyeyê go, "Sûriyeyeke ku yekparçeyiya axa wê parastî û yekparçeyiya wê ya siyasî pêkhatî be, ewê qezenckarê herî mezin, herêma me be. Em piştgiriyê didin guhertina mezin a li Sûriyeyê."

Erdogan li ser Îranê jî wiha axivî:

"Çareserkirina pirsgirêkên bi Îranê ra, tevî dosyaya nukleerî, bi rêyên dîplomatîk rêbaza herî guncaw e."

Erdogan ji bo mêvanperweriya wan spasiya Serokomar Sîsî û rayedarên Misrê kir û hêvî kir ku biryarên ku di civînan da hatine girtin, bi taybetî li her du welatan, ji bo aştî, aramî û îstîqrarê li herêmê, bi taybetî jî li her du welatan, bibin alîkar.

- "Em hemû dibin şahidê wê yekê ku hevkariya bi Misrê ra îstiqrarê dide herêma me"

Ji aliyekî din va Serokomar Erdogan li Qahîreyê di "Rûniştina Dawî ya Korbenda Kar a Tirkiye-Misrê" da axivî.

Serokomar Erdogan bal kişand ser hevkariya bi Misrê ra û got, "Em hemû dibin şahidê wê yekê ku hevkarî îstiqrarê dide herêma me. Em dixwazin vê yekê di veberhênan û bazirganiyê da bikar bînin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ewê hevkariyê digel Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî ra bidomînîn û got, "Em ê hevkariya xwe ya nêzîk li gorî armanca me ya 15 milyar dolarî ya qebareya bazirganiyê bi biryardarî bidomînin."

Erdogan herwiha got, "Misir di gihandina alîkariyên me yên ji bo Xezeyê hevkar bû, em spasdar in. Herwiha em dixwazin di ji nû ve avakirina Xezeyê da bi Misrê ra bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.