Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron ra bi têlefonê axivîn

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser daxwaza terefê Fransayê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra bi têlefonê axivî.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan li ser daxwaza terefê Fransayê bi Serokomarê Fransayê Macron ra bi têlefonê axivî.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da pêvajoya aştiyê ya Rûsya û Ukraynayê û rewşa li Xezeyê hat gotûbêjkirin.
Li gor agahiyan di axaftinê da Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye di hevdîtinên aştiyê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê da amade ye ku mazûvaniya her tiştî bike.
Serokomar Erdogan diyar kir, Tirkiye ji bo agirbesta li Xezeyê cehd dike û got, divê rê li ber êrîşkariya Îsraîlê bê girtin ku plana xwe ya dagirkirina Xezeyê bi lezûbez didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.