Polîtîka

Serokomar Erdogan û piştî serdanên Qibrîs û Azerbeycanê bersiva pirsên rojnamevanan da

Mümin Altaş  | 14.06.2023 - Rojanekırın : 15.06.2023
Serokomar Erdogan û piştî serdanên Qibrîs û Azerbeycanê bersiva pirsên rojnamevanan da

Ankara

ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya endamtiya Swêdê da ya ji bo NATOyê got, "Têkoşîna NATOyê ya dijî terorê li ku derê ye? Heger ev neyê çareserkirin em li Vîlnîusê filan nikarin bibêjin 'her tişt baş û xweş e'."

Serokomar Erdogan piştî serdanên Komara Tirkan a Bakurê Qibrîsê û Azerbeycanê bersiva pirsên rojnamevanan da û rojev nirxand.

Erdogan bal kişand ser pêvajoya endamtiya Swêdê ji bo NATOyê got, "Têkoşîna NATOyê ya dijî terorê li ku derê ye? Heger ev neyê çareserkirin em li Vîlnîusê filan nikarin bibêjin 'her tişt baş û xweş e'. Me 50 sal derbas kir, lê YE hê di heman astê da ye. Em ê van kar û baran binirxînin. Divê em vê ji ber çavan ra derbas bikin."

Serokomar Erdogan ji bo mehaneya kêmtirîn wiha got, "Em ê di mehaneya kêmtirîn da nehêlin karkerên me li hemberî enflasyonê têk biçin. Çi ji destê me tê em ê bikin. Bila dilê karkerên me rehet be, aram be."

Serokomar Erdogan: "Sektora me ya bankavaniyê jixwe bihêz e. Çareserî ew e ku rêveberiya fînansê bê qewînkirin, bi vê re em ê daketina asta enflasyonê hê berjêrtir daxînin. Em ê her wiha hewl bidin ku sektora xwe ya fînansê qewîn bikin. Em lêgerîna çavkaniyan ji bo sektora fînansê didomînin, em ê bidomînin. Me qebûl kir ku Wezîrê Xezîne û Darayiyê demildest gavên hewce bi Bankeya Navendî ra biavêje. Me biryardariya xwe ya ku ji bo enflasyon dakeve yekxaneyê diyar kir."

Erdogan bal kişand ser polîtikaya derva û got, "Di nav rê û rêbazên me da jihevqetandina Rojhilat an jî Rojavayê tune. Em çiqas nêzîkî Rojavayê bin, her wisa ewqas jî nêzîkî Rojhilatê ne."

Serokomar Erdogan ji bo Korîdora Zengezûrê jî wiha got, "Ne pirsgirêka Ermenistanê ye, pirsgirêka Îranê ye. Helwesta Îranê ya bi vî hawî dilê Azerbeycanê jî û yê me jî dihêle."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.