Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Îro ji her alî va çapemenî û medyaya me azadtir, piralîtir û pirrengtir e"

Özcan Yıldırım  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Serokomar Erdogan: "Îro ji her alî va çapemenî û medyaya me azadtir, piralîtir û pirrengtir e"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got,"Di vê serdemê da ku em li her eniyê şerê rastiyê dimeşînin, em ji saziyên xwe yên medyayê hêvî dikin ku bêtir însiyatîfê bigirin, çalaktir û bibandortir bin."

Serokomar Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê di bernamyea fitarê ya digel rojnamevan û nivîseran ra da axivî.

Erdogan bi boneya meha pîroz a Remezanê, li ser navê xwe û milet spasiya xwe ji hemû xebatkarên çapemeniyê re kir ku bi ked û fedakariyeke mezin erkên xwe pêk tînin, carinan jî jiyana xwe dixin xetereyê, û rojnamevanên ku ne tenê li dû nûçeyan, lê di heman demê da li dû agahiyên rast û pêbawer in jî pîroz kir.

Erdogan Cejna Remezana ku bê li hemû rojnamevan û nivîskarên ku di medyaya kevneşopî û dîjîtal da dixebitin pîroz kir û wiha axivî:

"Îro, ji her alî va çapemenî û medyaya me azadtir, piralîtir û pirrengtir e. Di vê serdemê da ku em li her eniyê şerê rastiyê dimeşînin, em ji saziyên xwe yên medyayê hêvî dikin ku bêtir însiyatîfê bigirin, çalaktir û bibandortir bin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser pergala berê ya medyayaê ya li Tirkiyeyê û got, "Pergala medyayê ya ku tiliya xwe li gel dihejand, gel biçûk didît û hewl dida ku bi navê wesayetkaran eyar bide îradeya neteweyî û saziya siyasetê, nema. Her çend ew kesên ku îmtiyazên xwe winda kirine aciz in jî, bi îzna Xwedê emê nehêlin ku ew rojên berê dîsa vegerin."

Serokomar Erdogan, di axaftina xwe da diyar kir ku bi taybetî di van demên ku pergala gerdûnî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye avakirin da ku qonaxeke dîrokî ye, pêdivî ye ku rastî ji raya giştî ya cîhanê ra were eşkerekirin.

Erdogan bi bîr xist ku niha li herêmê şerekî dijwar diqewime, ku Îsraîl pêşengiya wê dike, û destnîşan kir ku zarokên bêguneh dema ku li dibistanên xwe dersan dibînin bi hovane têne kuştin û got, "Em dizanin ku armanca êrîşan ku pêşî Xeze, paşê Yemen û Libnan û di dawiyê da Îran hedef girtin, ne tenê ewlehî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.