Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Êdî di Teşkîlata Dewletên Tirk û Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê da KKTCyeke ku tê temsilkirin heye"

Fatma Sevinç Çetin, Merve Yıldızalp  | 21.07.2025 - Rojanekırın : 21.07.2025
Serokomar Erdogan: "Êdî di Teşkîlata Dewletên Tirk û Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê da KKTCyeke ku tê temsilkirin heye"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bila kes qusûrê nenhêre, tişta ku anîn serê birayên me yên Tirkê Qibrisê, em jibîr nakin. Em jê îbret û ders hildidin ku careke din tiştekî wisa çênebe û ji bonê jî çi hewce dike, em ê bikin."

Serokomar Erdogan li Bûlwara Dr. Fazil Kuçuk a Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) beşdarî Merasima 20ê Tîrmehê Cejna Aştî û Azadiyê bû û tê da axivî.

​​​​​​​Serokomar Erdogan got, "Di Harekata Aştiyê ya Qibrisê da piştî ku Mehmetçîk gav avêt Gravê, hemû dinyayê dît ku Tirkê Qibrisê tenê nîne" û wiha dewam kir:

"Tirkên Qibrisê wê 60 salên din jî ji destê xwe nekin. Em êdî nikarin li benda bi parametreyên Neteweyên Yekbûyî yên modela federasyonê ya xerckirî bisekinin. "Her çend Rûm xwe wekî hakimê tekane yê Gravê nîşan bidin jî êdî di Teşkîlata Dewletên Tirk da, di Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê da KKTCyeke ku tê temsilkirin heye. Civaka navneteweyî divê KKTCyê nas bike, divê têkiliyên dîplomatîk, siyasî û aborî demildest werin danîn. Divê pêşiya firînên rasterast û bazirganiyê werin vekirin. Di modeleke çareserkirina ku Tirkê Qibrisê gelek caran jê vekişiyaye û serkeftî nebûye da tu feydeya israrkirinê ji kesî ra tuneye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiyeya welatê sereke û KKTCyê çawa ku berê mil dan hev, îro jî li ser heman ezm û îstiqametê dewam dikin û wiha dewam kir:

"Em ê bi hev ra bi dildarî dîsa proje, serkeftin, xebat û zaferên girîngtir bi dest bixin. Kê çi dibêje bila bêje, bi destûra Xwedê, bi piştgiriya Tirkiyeyê, Tirkê Qibrisê wê di welatê xwe bixwe da, heta hetayê bijî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.