Polîtîka

Serokomarê Sûriyeyê Şara peyamek ji welatiyên Kurd yên Sûriyeyê ra weşand

"Baweriya xwe bi îdiayên ku dibêjin em dixwazin zirarê bidin we neynin. Sond dixwim ku her kesê ku zirarê bide we, heta roja qiyametê wê dijminê me be"

Mahmut Geldi, Ali Semerci  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Serokomarê Sûriyeyê Şara peyamek ji welatiyên Kurd yên Sûriyeyê ra weşand

Istanbul

Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara di peyamekê da ji welatiyên bi eslê xwe Kurd yên li welêt ra got, "Baweriya xwe bi îdiayên ku em dixwazin zirarê bidin we neynin."

Şara di parvekirina vîdeoyê da ku li ser hesabê platforma medyaya civakî ya şîrketa Xa Amerîkî hatiye weşandin, xitabî welatiyên Kurd yên li welatê xwe kir.

Şara destnîşan kir ku wan maf û ewlehiya welatiyên bi eslê xwe Kurd li Sûriyeyê garantî kirine û wergera ayeta 13an ya Sûreya Hucûratê xwend:

"Ey însan, bi rastî me hûn ji mêrek û jinekê afirandin û hûn kirin milet û eşîr da ku hûn hevdu nas bikin. Bi rastî, li cem Xwedê ji we yê herî birûmet ew e ku herî rast e. Bi rastî, Xwedê zana û agahdar e."

Şara bangî gelê Kurd kir û got, "Ey gelê me yê Kurd, neviyên Selahedîn Eyûbî", û wiha got:

"Baweriya xwe bi îdiayên ku dibêjin em dixwazin zirarê bidin we neynin. Sond dixwim ku her kesê ku zirarê bide we, heta roja qiyametê wê dijminê me be. Jiyana me jiyana we ye. Em tenê ji bo welêt aştî, ji bo gel refah, pêşketin, ji nû ve avakirin û yekîtiya neteweyî dixwazin. Em naxwazin ku kes ji vê qenciyê bêpar bimîne."

Şara bi bîr xist ku wan biryarnameyek derxistiye ku maf û hin şert û mercên taybetî yên gelê Kurd yê Sûriyeyê bi qanûnê garantî dike û her kesê ku bi zorê ji axên xwe hatiye derxistin vexwendiye ku bêyî tu şert û merc yan sînordarkirin bi ewlehî vegerin malên xwe, bi şertê ku çekên xwe deynin.

Şara bang li welatiyên bi eslê xwe Kurd kir ku bi awayekî çalak beşdarî ji nû ve avakirina Sûriyeyê bibin, ji wan xwest ku aştî û yekîtîya Sûriyeyê biparêzin û her tiştê din red bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.