Polîtîka

Serokatiya TBMMê: Biryar hat dayîn ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî biçe Îmraliyê

- "Bi dengên biwesf ên piraniya ji nîvî zêdetirê jimara tam a endaman biryar hat dayîn ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê biçe Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê"

Kemal Karadağ  | 21.11.2025 - Rojanekırın : 22.11.2025
Serokatiya TBMMê: Biryar hat dayîn ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî biçe Îmraliyê

TBMM

Serokatiya TBMMyê ragihand ku bi dengên biwesf ên piraniya ji nîvî zêdetirê jimara tam a endaman biryar hat dayîn ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê biçe Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê.

Di daxuyaniya Serokatiya Meclisê da hat bibîrxistin ku komîsyon îro bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş civiya.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di beşa yekem a civînê da endamên komîsyonê der barê xebatên ku heta îro hatine kirin û xebatên muhtemel ên pêkan e ku ji niha pê va bên kirin da nirxandin kirin û ev hatin gotin:

"Dengdayîn hat kirin û biryar hat dayîn ku rûniştina duyemîn a civînê girtî bê kirin. Di vê rûniştinê da di serî da rapora nihaî ya dê bê amadekirin merhaleyên ji niha pê va hatin guftûgokirin. Bi dengên biwesf ên piraniya ji nîvî zêdetirê jimara tam a endaman biryar hat dayîn ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê biçe Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê. Hat xwestin ku partiyên koman nûnerên ku dê biçin Saziya Ceza û Înfazê ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmrlaiyê heta sibeha 22yê Sermawezê roja şemiyê, nêrînên xwe yên ji bo amadekirina rapora dawîn a Komîsyonê jî heta 28ê Sermawezê şeva înê ragihînin Serokatiya TBMMyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın