Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş Serokê Giştî yê CHPyê Ozel ziyaret kir
Ozgur Ozel: "Asta ku îro gihaştinê qonaxa lihevkirinê ye. Di pêvajoya ji niha pê va da jî em û hemû bi hev ra bi baldarî bişopînin û ji bo ku bigihêje encamû piştgiriya ji destê me tê bidomînin"
TBMM
Serokê Giştî yê TBMMyê Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ra hevdîtin kir.
Hevdîtina ku li meqama Ozel a li Meclisê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin 30 deqîqe dewam kir.
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û bi bîr xist ku piştî rapora komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştevaniya Neteweyî hat qebûlkirin bi serokên giştî yên partiyên siyasî ra hevdîtin kir.
Kurtulmuş spasiya Serokê Giştî yê CHPyê Ozel, parlamenterên CHPyê jî kir û got ku bi awayekî ji dil piştgiriyê dan pêvajoyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji hêla demokrasiyê va xebateke mînak bi rûyekî spî bi dawî bû û parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên ji hev cuda li ser heman maseyê hatin bal hev.
Kurtulmuş bi bîr xist ku di encama mizakereyan da rapora ku hemû partiyan li serê li hev kir derket holê û raporên ku hemû partiyên siyasî amade kirine jî di pêveka rapora komîsyonê da cî digire û ev gotin:
"Xebateke ku ji hêla çareseriya pevçûnan da jji dinyayê ra bibe mînak derket holê. Bêyî ku heecehiya nêrîneke sêyemîn, moderatoriya kesekî din çêbe, li TBMMya tecelîgaha îradeya neteweyî, li vê mekana pîroz a ku qelbê demokrasiya Tirkiyeyê ye partiyên siyasî bi nêrînên ji hev cihê hatin bal hev û metna hevpar pêşkêş kirin. Ez hêvî dikim ku ji niha pê va di nav demeke kurt da li vir bi taybetî pêşniyazên yên berbiçav ên ku me di beşên 6. û 7emîn da anîn ziman ji hêla partiyên siyasî va bên nirxandin û di Lijneya Giştî ya Meclisa me da fealiyetên qanûndanînê dest pê bikin."
Kurtulmuş daxwaza xwe ya ku şîdet û teror li paş bimîne Tirkiye car dib venegere wan rojan anî ziman.
- "Em ê bi baldarî pêvajoyê bişopînin"
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur ozel jî bi bîr xist ku di pêvajoya avakirina komîsyonê da xwestin ku serokatî ji hêla Serokê TBMMyê va bê birêvabirin.
Ozel behs kir ku di hevdîtinê da ji ber birêvebiriya wî ya di Komîsyonê da û serokatiya çanda lihevkirinê spasiya Kurtulmuş kir û bi bîr xist ku di pêvajoya avakirina komîsyonê da helwesta CHPyê hat meraqkirin.
Ozel bi bîr xist ku gotina "Ji komîsyona ku CHP tê da ye netirsin, ji komîsyona CHP tê da nîne bipirsin" bi kar anîn û axaftina xwe wiha domand:
"Em di nav tu karên nikarin hesabê wê bidin, li rûyê malbatên şehîd û xaziyan binêrin da cî nagirin lêbelê mijar ji hêla dîrokê va gelekî girîng e û divê bê çareserkirin. Digel hemû dijwariyên ku ji hêla siyasî ve me kişand car carna me di nav pêvajoyê da pirsên 'Gelo CHP dê di komîsyonê da berdewam ike yan na?' bi heman awayî bersivand. Me got ku her tişt li aliyekî heke li Tirkiyeyê pêvajoya ku xwîna birayan û hêstirên dayikan dirêje raweste, pêvajoya rondikên Tirk û Kurdan dibare raweste, aştî bê Tirkiyeyê û ji niha pê va jî piştgiriya vê ya herî mezin bi derfeta pêşketineke derasayî ji hemû herêmê ra ji Tirkan ra, ji Kurdan ra çêbe, heke em ne pevçûn û şer dewlemendî û refahê dewrî ewlad û neviyên xwe bikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê her kes destê xwe bixe bin kevir.' û xebatên komîsyonê bi vê nêrînê berdewam kir. Asta ku îro gihaştinê qonaxa lihevkirinê ye. Di pêvajoya ji niha pê va da jî em û hemû bi hev ra bi baldarî bişopînin û ji bo ku bigihêje encamû piştgiriya ji destê me tê bidomînin."
Ozel spasiya Serokê TBMMê Kurtulmuş û parlamenterên endamê komîsyonê kir û der barê pêşnîyarên verastkirintina qanûnî yên di raporê de cî digirin ev gotin:
"Girîng e ku maddeyên 6 û 7an ên rapora me bêyî derengî bikeve bê tetbîqkirin.. Maddeya 6emîn verastkirinên der barê çareserkirina pirsgirêkê da ye. Maddeya 7emîn gavên demokratîkbûnê ye. Wek ku di raporê de jî hatiye destnîşankirin ne di nav pêvajoyeke li pey hev di nav pêvajoyeke ketiye nav hev da ne. Dema ku ev pêvajo bi ser ket, hem Tirkiye dê ji pirsgirêka terorê xilas bibe, hem jî rêzgirtina biryarên darazê, biryarên Mehkemeya Destûra Bingehîn , serdestiya qanûnê, esasbûna darizandina bêyî girtinê, avêtina pêngavên demokratîkbûnê girîng e û girîng e ku evana bi hev re û bi lez werin pêkanîn. Ev hem cewhera raporê ye, hem jî xeranti ye ku Meclisa di bin serokatiya Birêz Serok da dide hev. Şopandina vê temînatê girîng e. Ev pêvajo dema wiha bi ser bikeve dê tu kesî windakirî tunebe, dê Tirkiye qezenc bike. Li cihekî ku Tirkiye qezenc dike peywira me hemûyan e ku bi jev ra piştgiriyê bidin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
