Polîtîka

Serokê TBMMyê Kurtulmuş bi endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ra hat cem hev

- Fetî Yildizê Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê: "(Pirsa têkildarî 'mafê hêviyê') Mafê hêviyê wek sernav nebe jî ji ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ra wek naverok miheqeq dê hebe"

Oğuzhan Sarı  | 16.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Serokê TBMMyê Kurtulmuş bi endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ra hat cem hev Utku Uçrak

TBMM

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş bi endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ra hat cem hev.

Fetî Yildizê Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê berî qebûla nûnerên komên partiyên siyasî der heqê rapora ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kir da daxuyanî dan mensûbên çapemeniyê û pirs bersivandin.

Yildizê Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê diyar kir ku di mijara raporê da ew li pey lihevkirinê ne lêbelê dibe ku ev pêk neyê.

Yildiz ji bo pirsa biwarê "mafê hêviyê" wiha got, "Mafê hêviyê wek sernav nebe jî ji ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ra wek naverok miheqeq dê hebe."

Murat Emîrê Wekîlê Serokê Koma CHPyê jî ji bo pirsa têkilarî pêşniyazên CHPyê yên ji bo rapora reşnivîs, diyar kir ku di raporê da mijarên netemam û yên divên bên serastkirin hene û ev hemû dê pêkva bên nirxandin.

Emîr bal kişand ku ya giring ew e ku rapor bi hişekî hevpar bê derxistin û wiha dewam kir, "Em ji bo raporeke wisa hewl didin û bi kîtekît li ser hûr dibin ku bi lihevkirina herkesî were amadekirin û herkes xwedî lê derkeve û her wiha perspektîfeke demokratîkbûnê dayne pêş Tirkiyeyê, bi awayekî mayînde dawiyê li terorê bîne û bi awayekî eşkere gavên qanûnî yên divê bên avêtin destnîşan dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.