Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: "Berî havîn biqede ez hêvîdar im ev pêvajo temam bibe"

TBMM
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Ji bo go siyaset bikeve dewrê, çekdanîn bi awayekî vekirî bê dîtin, li saheyê bê teyîdkirin. Berî havîn biqede ez hêvîdar im ev pêvajo temam bibe."
Serokê TBMMê Kurtulmuş piştî merasima li Yekemîn Bîra Keşfê ya Şehîd Esma Çevîk-1 a li Çiyayê Gabarê, bersiv da pirsên weşana zindî ya Haberturkê.
Kurtulmuş anî ziman ku hêvîdar e pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bêyî provokasyon bi xurtî bigihije armancê û got, "Êdî wê li vêderê lawij neyên xwendin, mirov dê neyên kuştin, çek û teqemenî neteqin û sitranên biratiyê bên gotin, govend bên gerandin û aşitî bibe serwer."
Kurtulmuş destnîşan kir ku ewê pêvajoya çekdanînê dirêj neajo û wiha pê da çû:
"Ez di wê fikirê da me wê teslîmkirin li cihên cuda bin, modalîtayên cihê wê deynin holê. Dema hat dîtin ku rêxistina terorê bi temamî çek danî, dûv ra wê mizakereyên siyasî destpê bibin. Eha wê tam TBMM li vêderê bikeve dewrê. Pirsgirêk çi ye, dê çawa pêş bikeve, dê pêvajoyek be ku pêdivî ye ji hêla siyasî ve were nîqaş kirin. Bê guman, li vir navnîşan TBMM ye, ku navenda siyasetê ye. Li vir, em dikarin bi rêya axaftin û nîqaşkirina bi aliyan re rêyek bibînin da ku diyar bikin ka komîsyon dê çawa be."
Kurtulmuş diyar kir ku di vê pêvajoyê da, ew niha gihîştine wê qonaxê ku rêxistina terorîst çekên xwe deyne û got, "Ji bo go siyaset bikeve dewrê, çekdanîn bi awayekî vekirî bê dîtin, li saheyê bê teyîdkirin. Berî havîn biqede ez hêvîdar im ev pêvajo temam bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.