Serokê Meclisê Kurtulmuş: "Vê carê em ê bi ser bikevin"
Adıyaman
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş got: "Em ê projeya ku me bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wekî polîtîkaya dewletê kir projeya piştgiriya gel, di demeke kin da bigîhînin encamê."
Kurtulmuş di Merasima Vekirina Sala Akademîk a 2025-2026an ya ku li Salona Konferansê ya Vehbî Koç a Zanîngeha Adiyamanê hat lidarxistin da axivî.
Kurtulmuş bi bibîranîna kesên ku di erdheja 6ê Sibata 2023an ya ku navenda wê Kahramanmaraş bû da mirin va dest bi axaftina xwe kir.
Kurtulmuş anî ziman ku piştî erdhejê di demeke kin da xebatên nûkirin û rehabilîtasyonê gelekî pêşva çûn û rojên ku travmayên erdhejê di rabirdûyê da bimînin nêzîk e.
Kurtulmuş destnîşan kir ku teror wekî belayekê di rojeva Tirkiyeyê da bû, lê wan bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê va pêvajoyek daye destpêkirin û ew ê vê bigîhînin encamê.
- "Vê carê em ê bi ser bikevin"
Kurtulmuş wiha axivî: "Em ê projeya ku me bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wekî polîtîkaya dewletê kir projeya piştgiriya gel, di demeke kin da bigîhînin encamê. Li vî welatî teror wê êdî biqede, çek wê bêdeng bibin, biratî û hevgirtin wê bi ser bikeve. Ez dizanim ku hin wawik li goşeyekê li bendê ne û destên xwe li hev didin ku bila rewşeke bêteror çênebe. Çi bikin bila bikin, em ê vê carê teqez bi ser bikevin. Ez ya zêdetir bibêjim, yan em ê bi ser bikevin, yan jî emperyalîst wê bi ser bikevin. Em ê vê carê, bi ser bikevin. Bi îzna xwedê, em ê teslîmî wan nebin. Xwişk û birayên min ên hêja, ev welat wê van rojan li dû xwe bihêle. Ev defika terorê ya ku ev welat bi dehan salan e tê da dijî, bawer bikin, defikek e ji ber ku ew ne ji Tirkan, ne ji Kurdan, ne ji Ereban û ne jî ji Farisan hez dikin. Min li cîhên din jî gotiye û ez ê li vir jî dîsa bibêjim, emperyalîst nizanin ku jiyana bi hev ra çawa ye."
