Polîtîka

Serokê MÎTê Kalin li Sûriyeyê bi Serokomar Şara û heyeta wî ra civiya

Tuğba Altun  | 20.05.2025 - Rojanekırın : 21.05.2025
Serokê MÎTê Kalin li Sûriyeyê bi Serokomar Şara û heyeta wî ra civiya

Ankara

 Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Sûriyeyê bi Serokomar Ehmed Şara, Wezîrê Karên Derva Esed Hesen Şeybanî û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê Huseyn Selame ra civiya.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyê ewlekariyê hat sitandin, Kalin duhê li Sûriyeyê bi Serokomar Şara, Wezîrê Karên Derva Şeybanî û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê Selame ra civiya.

Civîna ku tê da têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da hatin gotûbêjkirin, tê da tekezî li yekparçeyiya axa Sûriyeyê, serwerî û îstiqrara wê ya siyasî hat kirin û teyîda wê yekê hat kirin ku ewê her tim digel Sûriyeyê bin.

Di civînê da herwiha mijarên weke çekdanîna PKKya rêxistina terorê her wekî komên din, entegrebûna wan bi Sûriyeya nû ra, ewlekariya sînor, deriyên sînor, dewrkirina girtîgeh û kampên ku endamên DEAŞa rêxistina terorê di wan da ne hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li wê yekê hat kirin ku Tirkiye amade ye hemî cure piştevaniyê bide rêveberiya Şamê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.