Serokê MÎTê Kalin li Hekariyê peywendî danîn
Îbrahîm Kalin di hevdîtinên xwe da ewlehiya sînor, herêmên baregehê û geşedanên dawîn ên li herêmê nirxand

Ankara
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin Hekariyê û navçeyên Çukurca û Yuksekovayê ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin Serokê MÎTê Kalin ji bo peywendiyan çû Hekarî, Yuksekova û Çukurcayê.
Kalin bi Waliyê Hekariyê Alî Çelîk, Fermandarê Artêşa Duyemîn Orgeneral Levent Elgun, rayedarên eskerî û mulkî yên din ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinan da ewlehiya sînor, herêmên baregehê û geşedanên dawîn ên li herêmê û geşedan bi berfirehî hatin guftûgokirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.