Serokê Giştî yê Partiya Refaha Jinûva Erbakan raya xwe da
Ankara
Serokê Giştî yê Partiya Refaha Jinûva Fatîh Erbakan ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 28emîn raya xwe da.
Erbakan û jina wî Beyza Molu Erbakan ji bo ku rayên xwe bidin hatin Lîseya Anadoluyê ya Doktor Binnaz Ege - Doktor Ridvan Ege ya li Balgatê.
Erbakan û jina wî rayên xwe avêtin sandiqa ku hejmara wê 4446 e û gotin bila li ser xêrê be.
Erbakan got ew kêfxweş e ku hilbijartin di nav rewşeke aram da dewam dike û ji ber ku ew jî cara ewil e wek serokê giştî yê partiyê beşdarî hilbijartinê dibe ev ji bo wî pir girîng e.
Erdogan anî ziman hêvî û diayên wan ew e ku hikûmeta nû ji bo gel, welêt û dewletê karên baş û bi xêr bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
