Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Hilbijartineke pêşwext di rojeva me da tuneye"
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet bahçelî got, "Dîroka hilbijartinê diyar e. Hilbijartineke pêşwext di rojeva me da tuneye."
Bahçelî di Civîna Koma Meclisê ya MHPyê da axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir Serokê Giştî yê CHPyê diçe û tê behsa hilbijartina pêşwext û bangên badilhewa li şexsê wî dike û got ku ev bi temamî ehmeqiyeke siyasî ye.
Bahçelî destnîşan kir ku dîroka hilbijartinê diyar e û got ku hilbijartineke pêşwext di rojeva me da tuneye.
