Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: Di destê me da ye ku em li pêşeroja xwe xwedî derkevin.

"Kesên armanc dikin ku hedefên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror bidin sekinandin dijminên Tirkiye û gelê Tirk yan jî hevkarên wan in"

Aynur Ekiz  | 14.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: Di destê me da ye ku em li pêşeroja xwe xwedî derkevin.

Ankara

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Kesên armanc dikin ku hedefên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror bidin sekinandin dijminên Tirkiye û gelê Tirk yan jî hevkarên wan in."

Li gor daxuyaniya MHPyê Serokê Giştî Bahçelî li Weqfa Akademiya Alparslan Turkeş a Tirkiyeyê axivî.

- "Di destê me da ye ku em li pêşeroja xwe xwedî derkevin"

Bahçelî destnîşan kir ku qonaxa dîrokî ya ku Tirkiye tê ra derbas dibe berpirsyariyên pêkan nîne ku bên xîmalkirin dixe ser milê her kesê û got ku "Di destê me da ye ku em li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Hedefên 'Tirkiyeya Bêteror', 'Herêma Biîstiqrar, Bêteror' hemleya bê navbeynkar xwedîlêderketina qedera gelê Tirk e."

Bahçelî got ku "Kî bixwaze pêşî li van hedefan bigire bi meqsed in" û axaftina xwe wiha domand:

"Kesên armanc dikin ku hedefên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror bidin sekinandin dijminên Tirkiye û gelê Tirk yan jî hevkarên wan in."

Bahçelî da zanîn ku Sûriye gihaşt merhaleya ku bi temamî ji terorê bê xalîkirin û ev gotin:

"Geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê qewimîn ji hêla ewlehî û aramiya neteweyî ya Tirkiyeyê, hedefa Tirkiyeya Bêteror û tesîskirina îstiqrara herêmî va dêstpêkeke krîtîk e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.