Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: Îsraîlê bi êrîşa ser Îranê va xwestiye komkujiya Xezeyê bide jibîrkirin

TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Em dixwazin ku Sedsala Tirkiyeyê înşa û îhya bikin. Em hewl didin ku yekîtiya xwe ya neteweyî û piştevaniya xwe xurt bikin. Em bi ezm û biryardar in ku bigihêjin Tirkiyeya Bêteror."
Bahçelî di Komcivîna Meclisê ya MHPyê da axivî û got ku ji ber rewşa mecbûrî wî demekê navber da komcivînan.
Bahçelî li ser pevçûna navbera Îsraîl û Îranê sekinî û wiha got, "Îsraîlê bi êrîşa ser Îranê va xwestiye komkujiya Xezeyê bide jibîrkirin û pêşî li ber pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bigire. Îsraîl li gorî rêbazên gerdûnî yên hiqûqa navneteweyî ji wesfê dewletbûnê bûye, veguheriye amûrê cinayetê, mangeya kuştinê û rêxistina terorê."
Bahçelî bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û wiha got: "Divê NY demildest hêzê bi kar bîne, sûcdar li ber edaletê werin cezakirin. Divê hankêva li dijî dewleta terorê ya Îsraîlê xeta berxwedanê ya hevpar were avakirin."