Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî: "Divê parlementerên ku ji komisyonê bên hilbijartin biçin Îmraliyê"

Betül Bilsel  | 04.11.2025 - Rojanekırın : 05.11.2025
Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî: "Divê parlementerên ku ji komisyonê bên hilbijartin biçin Îmraliyê"

Ankara

 Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Divê parlementerên di nava komisyona ku ji Meclisê bê avakirin, da biçin Îmraliyê, peyaman hildin, ewê hingî pêvajo wê xurttir bibe."

Bahçelî di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe da axivî û destnîşan kir ku MHP "ji perspektîfa fireh a neteweyê, ji xeta rûmet û hesasiyetê" li bûyeran dinêre.

- "Divê parlementerên ku ji komisyonê bên hilbijartin biçin Îmraliyê"

Bahçelî bal kişand ku "Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li Parlementoya Tirkiyeyê hatiye pêkanîn, gihîştiye dawiya xebata xwe û wiha got:

"Vê komîsyonê ji 5ê Tebaxa 2025an vir va civînên pir berhemdar, avaker, berpirsiyar û bi niyeteke baş li dar xistine. Ez hêvî dikim ku li gorî nexşerêya ku di vê çarçoveyê da were destnîşankirin, di asteke berfireh û realîst a lihevkirinê da pêşketinên qanûnî, siyasî û demokratîk werin bidestxistin. Bêguman divê nêrîn, raman û fikrên dawî yên serokatiya damezrîner a PKKyê werin girtin û divê dawî li nîqaşên bêencam ên ku bi rojane li ser vê mijarê didomin, were anîn. Em baş dizanin armanca hin saziyên medyayê yên ku dixwazin di navbera Îmraliyê û Edîrneyê da nakokiyê derxînin û armanca "Tirkiyeya Bêteror" têk bibin û qaşo pisporên ku fermanan didin û nêrînên tûj tînin ziman çi ye. Ew kesên ku hewl didin bi çandina mayînan di navbera Ocalan û Demirtaş da gavên "Tirkiyeya Bêteror" asteng bikin, çiqas bêhnteng in, haya me baş ji wan heye û em hêvî dikin ku kes dê nekeve vê lîstikê.

Ez careke din bi îsrar dibêjim divê parlementerên di nava komisyona ku ji Meclisê bê avakirin, da biçin Îmraliyê, peyaman hildin, ewê hingî pêvajo wê xurttir bibe. Partiya Tevgera Neteweparêz amade ye ku di şandeyek wisa da beşdar be. Tirs, fikar, dudilî yan tevlihevî tuneye. Heta îro Îmraliyê soza xwe girtiye û li pişta daxuyaniyên xwe sekiniye."

- "Di nava Îtifaqa Cumhur da tu nakokî tuneye"

Bahçelî derbarê îdiayên ku qaşo di nava Îtifaqa Cumhur da nakokî heye, diyar kir ew îdia ji rastiyê dûr in û wiha pê da çû:

"Ez di wê fikrê da me pêwîst e ev yek jî bêzanîn, di navbera Partiya Tevgera Neteweparêz û Îtifaqa Cumhur da di warê armanca "Tirkiyeya Bêteror" da, qet û qet ne cudahiyeke fikrê ne jî îxtilafeke siyasî heye. Çi tiştekî ecêb e ku hertim li pey şopa wê yekê ne ku di nava Îtifaqa Cumhur da qeyranekê bibînin."

- "Berdana Demirtaş ewê ji bo Tirkiyeyê bibe sedema başiyê"

Di bersiva pirsa rojnamevanekî ya li ser "biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Selahattîn Demîrtaş da", Bahçelî got, "Rewşa Birêz Selahattîn Demîrtaş bi rêya qanûnî gihîştiye biryarekê, berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê bibe sedema başiyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.