Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştî Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê axivî

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ji bo mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê got: "Hêza Tirkiyeyê ya ku dikare aliyan bîne bal hev, bi eşkere li holê ye. Em vê yekê dikarin her roj bibînin."
Rutte piştî Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê ya li Navenda Kongreyê ya NESTê ya Antalyayê tê kirin daxuyanî da rojnamegeran.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte ji ber mêvandariya baş a li Antalyayê spasiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û ekîba wî kir û got wan derfet dît ku ew bi berfirehî li ser rojeva civîna Laheyê biaxivin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte: "Tirkiye xwedî bingeheke pîşesaziya parastinê ya bibandor e. Ew bi Amerîkayê û hemû endustrî û welatên Ewropayê ra ji nêz va dixebite."
Rutte ji bo mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê got: "Hêza Tirkiyeyê ya ku dikare aliyan bîne bal hev, bi eşkere li holê ye. Em vê yekê dikarin her roj bibînin."