Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek ji wezîfeyê hat dûrxistin

Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocekê ku di çarçoveya lêpirsîna "bertîl"ê da hat tewqûfkirin, wekî tevdîra berwext ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da wiha hat gotin:
"Ji ber ku der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek da ji ber sûcê 'hildana bertîlê' lêpirsîn tê kirin û bi destê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 6emîn a Antalyayê di 5ê Tîrmeha 2025an da biryara tewqûfkirina wî hat dayîn, Wezreta Karên Navxweyî li gorî benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan a jimara wê 5393 ye, wekî tevdîreke berwext Bocek ji wezîfeyê dûr xist."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.