Polîtîka

Şaredarê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere ji bo wezîfeya xwe hat vegerandin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Şaredarê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere ji bo wezîfeya xwe hat vegerandin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Şaredarê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere piştî betalkirina tevdîrên kontrola edlî yên li dijî wî, li ser wezîfeya xwe hat vegerandin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Adiyemanê Tutdere ji ber sûcê "bi rêya îcbarê îrtîkapkirin"ê hatibû girtin û paşê li gorî tevdîra kontrola edlî bi şertê "derneketina ji malê" hatibû berdan.

Hat gotin Tutdere di 10ê Tîrmehê da li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a qanûna ku hejmara wê 5393 e wek tevdîra berwext ji karê xwe hatibû dûrxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6emîn a Stenbolê kontrola edlî ya bi şertê "derneketina ji malê" betal kir û ji ber vê Şaredarê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va li ser wezîfeya xwe hat vegerandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.