Polîtîka

Rubio berî Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATO daxuyanî da

"(Serokê Amerîkayê Donald Trump) Dixwaze şer bi dawî bibin û hêvî dike ku bi Rûsya û Ukraynayê ra ev pêk were. Em ê bibînin di vê mijarê da di rojên bê da dê çi bibe lê em dixwazin pêşveçûnê bibînin"

Aynur Şeyma Asan, Tuğba Altun, Muhammet Tarhan  | 15.05.2025 - Rojanekırın : 15.05.2025
Rubio berî Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATO daxuyanî da

Ankara

 Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio der heqê Şerê Rûsya-Ukraynayê da wiha got, "(Serokê Amerîkayê Donald Trump) Dixwaze şer bi dawî bibin û hêvî dike ku bi Rûsya û Ukraynayê ra ev pêk were. Em ê bibînin di vê mijarê da di rojên bê da dê çi bibe lê em dixwazin pêşveçûnê bibînin."

Rubio di destpêka roja duyem da ya Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATO ya li Navenda Kongreyê NESTê ya li Antalyayê, ji endamên çapemeniyê ra axivî.

Rubio bal kişand ku civîna îro gelekî giring e û ew ê hewl bidin ku di NATOyê da "tu xeleke qels" nebe. Rubio her wiha got ku Şerê Rûsya-Ukraynayê meseleya herî mezin a di hiş û aqilan da ye.

Rubio bal kişand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze şer bi dawî bibe û her wiha ji bo her cure mekanîzmayê amade ye ku dê şer bi dawî bibe û aştiya mayînde pêk bîne û wiha dewam kir:

"(Trump) Dixwaze şer bi dawî bibin û hêvî dike ku bi Rûsya û Ukraynayê ra ev pêk were. Em ê bibînin di vê mijarê da di rojên bê da dê çi bibe lê em dixwazin pêşveçûnê bibînin."

Rubio bal kişand ku di mijara Rûsya û Ukraynayê da çareseriyeke eskerî tuneye û lewma jî çareseriya dîplomatîk pêwîst e û wiha dewam kir, "(Trump) Dijî şer, terorîzm û bêîstiqrariya ji ber van derdikeve. Lewma di mijara Sûriyeyê da biryareke bi vî rengî sitand her wiha em hêvî dikin ku rayedarên li wir dê vê firsendê ji bo jinûva avedanîkirina welêt û edilandina îstiqrarê bi kar bînin."

Rubio destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku Şerê Rûsya-Ukraynayê bi mizakereyan bi dawî bibe û wiha got, "Hêvîdarim van nêzîkan li vir geşedanek dê pêk were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.