Rapora Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat eşkerekirin
TBMM
Di rapora Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da ya ku li Meclisê ji bo hedefa Tirkiyeya Bêteror hat damezirandin, pêşniyazên biwarê verastkirinên qanûnî û demokratîkbûnê yên têkildarî pêvajoyê jî hatin parvekirin.
Di civîna 21em a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da ya bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş va, rapora ji hêla Komîsyonê hat amadekirin hat axaftin.
Rapora ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kir, bi pirdengî hat qebûlkirin
Rapor ji 7 beşan pêk tê û di beşa ewil da pêvajoya xebatên Komîsyonê hat ravekirin. Di beşa duyem da nîqaşên civînên Komîsyonê hatin parvekirin û her wiha di beşa sêyem da jî rehên dîrokî yên biratiya Tirk-Kurd û her wisa hiqûqa biratiyê hatin destnîşankirin. Di beşa çarem da qadên rêkeftinê yên ji analîzên vegotinên axêverên civînên Komîsyonê, di beşa pêncem da jî pêvajoya xwefesixkirin û çekdanînê ya rêxistina terorê PKKyê hat ravekirin.
Sernavên di raporê da derketin pêş ev in:
"Di pêvajoya da pêngava herî krîtîk ew e ku ji hêla saziyên ewlehiyê yên dewletê va tesbît û pesendkirina çekdanîn û xwefesixkirina rêxistina terorê PKKyê ya tevî hemû unsûrên xwe va ye. Bi awayekî rêk û pêk temambûna pêvajoya tesbît û pesendkirinê dê bi tenê bi îlanbûna bidawîbûna tehdîda rêxistina çekdar sînordarkirî nemîne, her wiha dê ji bo cîbicîkirina çarçoveya hiqûq û polîtîkaya ji bo rewşa nû pêwîst e jî bibe pêngava nû. Mekanîzmaya tesbît û pesendkirinê divê bi hemahengiya saziyên dewletê yên têkildar va li gorî regezên objektîf, şefaf û her wiha kontrola wê pêkan e bişixule. Di mijara pêkanîna verastkirinên qanûnî yên pêwîst ên ji bo pêvajoya fesxa rêxistinê ya tevî hemû şaxan û danîn û radestkirina çekan da yekîtiya giştî ya nêrînê heye."
- "Ji bo temînkirina xurtkirina bihevrabûna civakî, pêdivî bi verastkirineke qanûnî ya bi rengekî serê xwe û berwext a bi danîna çekan ra dê pêvajoyê û maweya piştî pêvajoyê bi rê va bibe, heye."
- "Di vê çarçoveyê da qanûn divê bi tenê ne ji bo tesbît û tayîna rewşa hiqûqî ya mensûbên rêxistinê ya piştî çekdanînê be. Qanûn her wiha divê wê armancê jî vehewîne ku kesên têkildar bi awayekî adil, ewle û tendurist tevlî civakê bibin."
- "Verastkirinên qanûnî divê di nav civakê da nebin sedema nêrîna bêcezabûn û efûyê."
- Rapora ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kir, bi pirdengî hat qebûlkirin
Rapora ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kir, di Komîsyonê da bi pirdengî hat qebûlkirin.
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo armanca "Tirkiyeya Bêteror" li Meclisê hat avakirin, civîna xwe ya 21emîn bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş kir. 50 parlamenterên ku endamê komîsyonê ne, tev beşdarî civînê bûn. Di civînê da li ser navê kom û partiyan axaftin hatin kirin û piştra seba rapora reşenivîsê ya ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kir, dengdayîn hat kirin. Rapor bi pirdengî hat qebûlkirin.
Serokê Meclisê Kurtulmuş ragihand, ji bo raporê 47 parlamenteran dengê "qebûl"ê, 2 parlamenteran dengê "red"kirina raporê da û parlamenterekî jî dengê "bêalîbûnê" da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
