Polîtîka

Qesra Spî der barê axaftina Erdogan û Trump da daxuyanî da

Qesra Spî der barê axaftina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump a li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Trump ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rêlibergirtina felaketeke mirovî nîşan dide, spasiya Erdogan kir."

Türkan Tosun  | 17.02.2020 - Rojanekırın : 18.02.2020
Qesra Spî der barê axaftina Erdogan û Trump da daxuyanî da

Washington DC

 Qesra Spî der barê axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Trump ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rêlibergirtina felaketeke mirovî nîşan dide, spasiya Erdogan kir."

Alîkarê Berdevkê Qesra Spî Judd Deere der barê axaftina li ser telefonê ya Erdogan û Trump da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Serok Trump der barê tundiya li Îdliba bajarê Sûriyeyê da fikarên xwe anî ziman û ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rêlibergirtina felaketeke mirovî nîşan dide, spasiya Erdogan kir."

Hat gotin Trump anî ziman divê Rûsya dev ji piştgiriya rejima Esed berde û ji bo şerê navxweyî ya li Sûriyeyê çareseriya siyasî çêbibe.

Ji bilî vê Trump got li Libyayê mudaxaleya hêzên ji derva wê rewşê xirabtir bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.