Polîtîka, archive

"PKK çekan li dijî gelê kurd bi kar tîne"

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Aktay got: "Tekane sedama çeknedanîna PKKyê ew e ku çekan li hember gelê kurd wekî hêmaneke tehdeyê bi kar bîne."

05.06.2015 - Rojanekırın : 05.06.2015
"PKK çekan li dijî gelê kurd bi kar tîne"

SÎÎRT

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay got ku "Tekane sedama çeknedanîna PKKyê ew e ku çekan li hember gelê kurd wekî hêmaneke tehdeyê bi kar bîne. Niha tu fonksiyoneke dewletê li hember çekan tune. PKK çekan li hember îradeya gelê kurd, ji bo ku vîna gelê kurd bi rê ve bibe bi kar tîne."

Aktay der barê tehdeyên ku PKK li ser hilbijêran dike de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di van rojên dawîn de li çolterê rêxistin, li navenda bajêr jî HDP hewl didin ku li ser vîna gel îpotekê bikin. 

Aktay qal kir ku tehdeya psîkolojîk li hilbijêran dikin û wiha axivî: "Em ji gelek bûyerên mînak ên nîşan didin ku rêxistin û HDP di nav hevkariyê de agahdar in. Elemanên rêxistinê nîvê şevê diçin gundan û tehdîtan dikin, teşkîlatên bajêr ên tê zanîn ku têkiliya wan bi rêxistinê re heye û endamên tê zanîn ku girêdayî KCKyê ne jî li bajêran bi kesên tê zanîn an jî tê texmînkirin ku dê deng bidin AK Partiyê re hevdîtinê dikin, tehdeyê lê dikin û wan tehdît dikin."

Aktay got ku bi navê anketê mirovan fîş dikin û wiha axivî: "Bi vî awayî dema hîn dibin ku dê deng bide AK Partiyê tehdîtên wekî "Heke hûn deng nedin HDPyê hûn natirsin ku bûyerên wekî 6-7ê cotmehê derkevin?" dikin û helbet ev yek jî gel dixe nav fikaran."

Aktay qal kir ji hin kesan re nameyan dişînin û bi wî awayî ew tehdît dikin û hinek ji van jî ket rojeva darazê û da zanîn ku mirov ji piraniya azîneyên bi vî awayî bêxeber in. 

Aktay got "Em vir bi tecrûbeyê dibînin rastiya portreya rengîn a ku HDP li rojava nîşan dide çiqasî sexte ye. Ew kesên li rojava yên ku rûyê rastîn ê HDPyê nas dikin lê xwe nezanînê datînin bila ji bîr nekin ku hevparê vî sûcî ne." 

- "PKK çekan ji bo ku vîna gelê kurd bi rê ve bibe bi kar tîne"

Aktay diyar kir ku tu ferqa PKKyê ji rabirdûyê tune û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Hê jî tekane sedema çeknedanîna PKKyê heye, ew jî li hember gelê kurd çekan wekî hêmaneke tehdeyê bikaranîn e. Niha tu fonksiyoneke dewletê li hember çekan tune. PKK çekan li hember îradeya gelê kurd, ji bo ku vîna gelê kurd bi rê ve bibe bi kar tîne. Çek tiştekî wisa ye ku vîna gelê kurd diyar bike, bandorê lê bike û berê wê bide aliyekî. Ji ber vê jî naxwaze ku dev ji çekan berde. Helbet ji vê rêxistina ku bi zorî û hîleyê vîna mirovan diyar dike tu xêr ji mirovan re nayê."

- "Mirovan bi zarokên wan tehdît dikin"

Aktay qal ki ku PKK bi zarok û malên wan welatiyan tehdît dike û wiha axivî: "Mirov bi darê zorê û tehdeyê tên tirsandin teslîm dibin. Lêbelê ji ber ku mirov nikarin vê jî qebûl bikin hin mekanîzmayên meşrûkirinê dixin dewrê û bi vî awayî hesta mafdariyê di wan de çêdibe û di rêxistinê de aliyên jêhezkirinê dibînin. Em vir qala pêvajoyeke ku şexsiyetê derforme dike, dikin."

- "HDP ji xwe bawer nîne ku Rêxistina Paralel hildide bal xwe"

Aktay da zanîn ku hemû şaxên weşanê yên Rêxistina Dewletê ya Paralel hewl didin ku HDPyê wekî partiyeke demokratîk nîşan bidin û got hewl didin HDPyê wisa nîşan bidin ku her wekî tu têkiliya wê bi terorê re tune, ji terorê sûd wernagire. Aktay got ka çekan ji holê rakin ka ji HDPyê çi dimîne."

Aktay destnîşan kir kesên ku xwe hêzdar dibînin pişta xwe nadin çekan û wiha axivî: 

"Heke HDP jê bawer bike ku gelek hêzdar e, ji çekan ewle nabe. Yên ku pişta xwe didin çekan, tirsonek in. Çeka me tune. Em ji bilî Xwedê ji tu kesî bawer nakin û bi wî awayî di rêya xwe de pêş dikevin. Ji ber ku em ji xwe, ji tiştên ku me ji bo vê welatê kirin û ew hestên ku em ji bo vî welatî hîs dikin, bawer dikin. Em dizanin ku ev hest jî çiqas li gor gel in. Lêbelê diyar e ku HDP ji xwe ewle nîne, ji hêza peyama xwe ewle nîne ku ji çekan mededê dixwaze û wek hêza teqwiye rêxistina parelel dide gel xwe. Hevdîtina veşartî ya Gultan Kişanak û Ekrem Dûmanli ev têkiliyê deşîfre kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın