Polîtîka

Piştî merasima bibîranîna Onder li dijî Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê êrîş hat kirin

Serokomar Erdogan li Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê yê li Stenbolê rastî êrîşê hat, geriya û jê ra got ku derbasî be

Fatma Nur Duman Arı  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 04.05.2025
Piştî merasima bibîranîna Onder li dijî Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê êrîş hat kirin

Istanbul

Piştî merasima bibîranîna Sirri Sureyya Onderê Wekîlserokê TBMMyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê ya li Navenda Çandê ya Ataturk (AKM), kesekî bi kulman êrîşî Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê kir.

Ozel gava ku piştî merasima bibîranîna Onder ji AKMyê derket, kesek nêzîkî wî bû û ew da ber kulman.

Berşikê navê wî hê nehatiye tesbîtkirin ji hêla polêsan hat binçavkirin.

Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê di refaqeta pasevanan da ji qadê veqetiya.

- Serokomar Erdogan li Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê yê li Stenbolê rastî êrîşê hat, geriya û jê ra got ku derbasî be

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê ku piştî merasima bibîranîna Sirri Sureyya Onderê Wekîlserokê TBMMyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê ya li Navenda Çandê ya Ataturk (AKM), kesekî bi kulman êrîşî wî kir geriya û jê ra got derbasî be.

Altun li ser hesabê medyaya civakî wiha daxuyand:

Serokomar Erdogan li Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê yê li Stenbolê rastî êrîşê hat, geriya û jê ra got ku derbasî be.

Altun got ku êrîşkar hat binçavkirin, "Ji Serokê Giştî yê CHPyê Ozel ra di axaftina li ser têlefonê da got ku ji bo bûyer ji hemî aliyan ve bê ronîkirin wê pêvajoyê ji nêz va bişopîne."

- Wezîrê Karên Derva Fîdan êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHPyê Ozel şermezar kir

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel a bi kulman hat kirin, şermezar kir.

Wezîr Fîdan di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê da wiha got: "Êrîşên wiha hewldanên bi talûke ne ku çanda me ya siyasetê ya demokratîk hedef digirin û zirarê didin aştiya civakî."

Fîdan destnîşan kir ku di jiyana civakî û siyasetê da cihê çalakiyên tundiyê tune û ew êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHPyê Ozel şermezar dike.

Fîdan di peyama xwe da wiha got: "Ev nayê qebûlkirin. Ez ji Birêz Ozel ra dibêjim derbasî be."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın