DIYARBDKIR
Li ser biryara Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 6emîn Parlamentera BDPyê ya Şirnexê Selma Irmak ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Diyarbekirê tehliye bû.
Alîkara Serokê Giştî ya BDPyê Gultan Kişanak, Parlamentera BDPyê ya Diyarbekirê Nûrsel Aydogan, Seroka BDPyê ya Bajêr Zubeyde Zumrut, diya Irmakê Emîne Irmak, xizmên wê û hin partiyiyan bi kulîlkan pêşwaziya Irmakê kirin.
Irmakê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji girtîgehê derketiye, lê ji ber ku gelekî hevalên wê hê di girtîgehê de ne, loma xemgîn e.
Diya Irmakê Emîne Irmakê jî destnîşan kir ku gelekî bi kêfxweş û kelecan e û got ez hêvî dikim ku girtiyên yên din jî bên berdan.
Irmak û yên pê re derbasî avahiya BDPyê ya bajêr bûn.