ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku ji aliyekî va tevdîrên ewlehiya navxweyî û pergala kamuyê digrin ji aliyekî va jî pêvajoya çareseriyê dixin rê û wiha got: “Me berê xwe da wê rêyê ku encamekê bi dest bixin. Di van 2 hefteyên dawiyê da sinyalên erênî zêde bûn. Di vê çarçoveyê da mizakere tu carî nehatin birîn.”
Serokwezîr Davutoglu di weşana hevpar a A Haber û ATVyê da pirsên der barê rojevê da bersivand.
Daxuyaniya Hevserokê Gişkî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş a ku digot “mizakereyên di hefteyekê, 10 rojan da dest pê bikin” bi bîrê xistin û li ser vê yekê Davutoglu wiha axivî: “Pêvajê di rêya xwe da dewam dike. Tevgerên ku di nav welatiyan da hêviyê zêde dikin baş nînin û feydeya wan tune. Tu dibêjî qey tiştekî teze dest pê dike û sibê tişten teze yê bibin, ev rast nîne. Em ji destpêkê vir da bi zelalî dizanin ku em çi dixwazin û di encamê da emê xwe bigihînin kuderê.”
Davutoglu destnîşan kir ku ji 2002yan vir va daxwaza wan ew e ku bira hemû kesên civakê ji mafên welatîtiyê wekhev îstifade bikin, li gor çand, edet û kevneşopiya xwe bijîn û ji bo vê jî dixebitin û wiha pê da çû:
“Me bi zanayî ji 2005an vir da pêvajoya çareseriyê li gor daxwaz û hêviyên welatiyan rê va bir. Ji 2013an vir va jî pêvajo bilez pêş ket û me li ser gavên çekdanînê, dev ji tundiyê berdanê xeber da. Yanê pêvajoyê teze dest pê nekiriye. Tu dibêjî pêvajoyê teze dest pê kiriye diaxivin û dibêjin di nav çend rojan da mizakereyên dest pê bikin, ev tiştekî rast nîne. Di dema hevdîtinên Osloyê da jî pêvajo di rêya xwe da diçû mixabin dema ku pêvajo hate astekê hin kesan sabotaj kirin. Me di meha hezîranê da cidiyeta xwe bi qanûna ku bi telîmata Serokwezîrê me hat derxistin nîşan da.
Dema ku me hikûmeta teze ava kir bi biryara Lijneya Wezîran pêkanîna qanûnê eşkere bû û dema xebatên ku yê bên kirin, hat amadekirin. Lê bele bûyerên 6-7ê cotmehê derbeyek lê xebatan xist û pirsgirêka ewledariyê derket. Me ji aliyekî va tevdîrên ewlehiya navxweyî û pergala kamuyê girt, ji aliyekî va jî pêvajoya çareseriyê xiste rê. Me berê xwe da wê rêyê ku encamekê bi dest bixin. Di van 2 hefteyên dawiyê da sinyalên erênî zêde bûn. Di vê çarçoveyê da mizakere tu carî nehatin birin. Me Alîkarê Serokwezîr wezîfedar kir, bi heyeta HDPyê ra hevdîtinan dike.
Misteşariya Ewlehiya Kamuyê û Misteşariya MÎTê hevdînan dikin. Li Îmraliyê hevdîtin tên kirin. Ev xebat wek tebiî dewam dikin. Ya girîng ew e ku dixwazin vê îradeyê bibinin; li Tirkiyeyê daxwazên siyasî bi rêyên tundiyê neyên kirin, çek haceta mafxwestinê nîne.”
Daxuyaniyên Pervîn Buldanê
Davutoglu der heqê daxuyaniyên Pervîn Buldanê yên ku gotibû em ê êdî mehê carekê daxuyaniyê bidin û der barê pêvajoya çareseriyê da fikra me heye ku em û hikûmet daxuyaniyên hevbeş bidin da wiha got: "Daxuyaniya hevbeş şert nîne, lê dibe jî. Ya girîng ew e ku meriv li her derê xeber nede û zirarê nede pêvajoyê. Em dikarin bêjin ku enflasyona daxuyaniyan heye. Li ser navê hikûmetê Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan diaxivin û daxuyaniyê didin. Di vî warî da disiplîneke me heye û divê HDP jî di vî warî da wisa be."
Davutoglu destnîşan kir ku divê daxuyaniyan da zimanê gefê were terikandin û wiha got: "Ji ber vê jî tiştên ku Pervîn Buldan dibêje rast in. Bira mehê carekê daxuyanî werin dayîn, çi hewce dike werin kirin û di nav disiplînekê da bimeşin."
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Qendîl di daxuyaniyeke xwe da dibêje wê Ocalan di meha Nîsanê da beşdarî kongreyê bibe, çekberdan û derketina derveyî sînor astên dawîn in. Di van daxuyaniyan da gef heye, hûn çi dibêjin?" wiha got: "Jixwe ez jî qala vê dikim. Mijarên ku nehatine axaftin wekî ku hatine axaftin tên nîşandan. Tu kes wek îma be jî nikare gefan li Komara Tirkiyeyê bixwe. Herî zêde jî gelê herêmê ji vê aciz e. Piştî bûyerên 6 û 7ê cotmehê dîsa hîsa ewlehiyê çêbû. Peyamên ku ji herêmê tên erênî ne. Dayîna daxuyaniyên wiha zirarê dide pêvajoyê. Divê her kes baldar be."
"Der barê pêşnûmaya mizakereyê da tenê pêşnûmayek tuneye"
Davutoglu li ser pirsa "Wê pêşnûmaya mizakereyê bi raya giştî û mixalefetê ra were parvekirin an na?" wiha got: "Der barê pêşnûmaya mizakereyê da tenê pêşnûmayek tuneye. Yanê hin tiştên ku ew dibêjin hene, tiştên ku em qebûl nakin hene. Em ê li ser van tiştan yek bi yek bisekinin û wê gav bi gav pêvajo bimeşe."
Davutoglu destnîşan kir ku mixalefet li dijî hemû pêvajoyê derdikeve û hewl didin pêvajo têk biçe û wiha axivî: "Dîsa jî em ê parve bikin, di vî warî da heger mixalefet ji dil be ji bo ku em parve nekin tu sedem tuneye. Pêvajoya çareseriyê tê wê meneyê ku pirsgirêkeke 100 salî ya Komara Tirkiyeyê çareser dibe, ji ber vê ev meseleya me hemûyan e. Helbet bi hemû mixalefetê ra tê axaftin, lê tişta em dixwazin jidilî ye."
"Divê berê ev bihatana kirin, lê nebû"
Davutoglu der barê derketina endamên rêxistinê ya derveyî Tirkiyeyê da jî wiha got: "Divê berê ev bihatana kirin, lê nebû. Ji bo vê jî divê her kes bixebite. Li vir du faktor hene: Geşedanên li Tirkiyeyê û yên li Sûriyeyê. Di vê çarçoveyê da em ê ji bo parastina ewlehiya kamuyê tevdîran hildin. Em hewl didin ku di demeke kurt da çek bên terikandin û hêzên çekdar derkevin derveyî Tirkiyeyê."
Davutoglu li ser pirsa "Ji hêla din va hûn xwestek û îradeyeke wiha dibînin?" wiha got: "Hin daxuyaniyên erênî tên dayîn, mijarên wiha tên gotûbêjkirin."
- "Ez rasterast bêjim, di rojeva me da tuneye"
Davutoglu li ser pirsa der barê efûya giştî da jî wiha got: "Heta niha ev nehat rojevê û di rojeva me da jî tuneye. Ez rasterast bêjim, di rojeva me da tuneye."
news_share_descriptionsubscription_contact
