Numan Kurtulmuş ji nû va wek Serokê TBMMê hat hilbijartin

TBMM
Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş di dengdayîna tura sêyemîn a di Lijneya Giştî ya TBMMyê da 329 deng hildan û ji nû va wek serokê TBMMê hat hilbijartin.
529 parlamenter beşdarî dengdayîna tura sêyemîn a di Lijneya Giştî da bûn.
Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş 329, Parlamenterê Artvînê yê CHPyê Ugur Bayraktutan 118, Parlamenterê Diyarbekirê yê DEM Partiyê Osman Cengîz Çandar 18, Parlamenterê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Mustafa Cîhan 26, Parlamenterê Samsunê yê Partiya Yenî Yolê Mehmet Karaman 26 deng hildan. Dengek vala hat avêtin û 11 deng nederbasdar hatin qebûlkirin.
Li gor vê Kurtulmuş di tura sêyemîn da ji serî 301 dengan deng hildan û wek Serokê Giştî yê TBMMê hat hilbijartin.
Numan Kurtulmuş xanima wî Sevgî Kurtulmuş û malbata wî jî ji locaya li Hêwana Lijneya Giştî tura sêyemîn a hilbijartinê temaşe kirin.
Hilbijartina Serokê TBMMê ya heyama duyem a Heyama Zagonsaziyê ya 28emîn piştî tura 3yemîn a dengdayînê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê, qediya.
Li gor vê, Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Kurtulmuş ji nû va wekî Serokê TBMMê hat hilbijartin.
Serokê TBMMê Kurtulmuş di axaftina xwe ya spasiyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê da got ew ji her yek parlamenterekî ra spas dike ku di hilbijartina Serokê TBMMê da ji wî bawer kirine û wiha dewam kir: "Înşallah heyama li pêş me, Heyama Zagonsaziyê ya 28emîn wê bibe heyameke ku em karên pir girîng bikin."
Kurtulmuş behsa girîngiya zimanê siyasetê yê mizakereyê ya li Meclisê kir û wiha axivî: "Ez wisa difikirim ku em hemû li hev dikin ku mijara Tirkiyeya Bêteror a ku di vê heyamê da wekî firsendeke dîrokî derketiye holê, mijara herî lezgîn e ku hewce dike Tirkiye wê çareser bike... Mijara Tirkiyeya Bêteror di heman demê da mijara Tirkiyeya demokratîk e. Ji bo ku standardên demokratîk ên Tirkiyeyê bêtir zêde bibin, li Tirkiyeyê yekîtî û hevrabûn bi tevahî ava bibe, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me her yekî. Wek Serokê TBMMê di vê pêvajoyê da berpirsiyariya min ev e ku ev mijar li Meclisê bi awayekî zelal, ji dil û can û bi hemû selahiyetê va bê mizakerekirin, mijar li Meclisê bên axaftin û hemû ramanên gel li vir bên nîşandan."
- Serokomar Erdogan bi Serokê TBMMê Kurtulmuş ra hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Numan Kurtulmuşê ku ji nû va ji bo Serokatiya Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) hat hilbijartin ra hevdîtin kir.
Hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokomarê KKTCyê Tatar bi telefonê Serokê TBMMê Kurtulmuş pîroz kir
Serokomarê KKTCyê Ersîn Tatar telefonê Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş kir û ji ber ku dîsa wek serokê Meclisê hat hilbijartin, ew pîroz kir.
Tatar di axaftinê da got hilbijartina Kurtulmuş a ji bo Serokatiya Meclisê ya careke din ji bo TBMM û Tirkiyeyê li ser xêrê be.
Tatar û Kurtulmuş ji ber Eyda Qurbanê jî eyda hev pîroz kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.